Îbrahîm Reîsî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Îbrahîm Reîsî
Navê rastî
ابراهیم رئیسی Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn
ابراهیم رئیس‌الساداتی Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

14 kanûna pêşîn 1960 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin19 gulan 2024 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bakrabad Rural District Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêHelicopter crash li ser wîkîdaneyê biguhêre(Qezaya ku mirin tê de)
Cihê goristanêImam Reza Shrine Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎrana Pehlewî (Şoreşa Îslamî ya Îranê, 1960–1979), Îran (death of subject, 1979–2024) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Shahid Motahari University
  • Qom Seminary Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Meqam
  • Chief Justice of Iran (2019–2021)
  • Member of the Assembly of Experts (Xorasana Başûr, 2016–2024)
  • Member of the Assembly of Experts (Xorasana Başûr, 2007–2016)
  • Attorney-General of Iran (2014–2016)
  • First Vice Chief Justice of Iran (2004–2014) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
  • Combatant Clergy Association
  • Association of Combatant Clerics Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Jamileh Alamolhoda (1983–2024) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xizm
  • Ahmad Alamolhoda (xezûr) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Time 100 (2021)
  • Order of Islamic Revolution (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperraisi.ir Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Seyîd Îbrahîm Reîsî (bi farisî: سید ابراهیم رئیس‌الساداتی, jdb. 14 kanûna pêşîn 1960 — m. 20 gulan 2024) siyasetmedar, hiqûqnas û serokkomarê Îranê bû. Îbrahîm Reîsî di hilbijartina sala 2021ê de wekî 8em serokkomarê Îranê hatibû hilbijartin.

Reîsî û pênc kesên din û du pîlotên helîkopterê di qezaya ku di 19ê gulana sala 2024an de li nêzîkî sinorê Azerbaycan û Îranê pêk hatiye jiyana xwe ji dest dane.[1]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îbrahîm Raîsî di 14ê kanûna sala 1960an de li navçeya Noqan a Meşhedê wekî endamê malbateke mele ji dayik bûye. Dema ku ew di temenê pênc saliya xwe de bûye bavê wî Seyîd Hecî koça dawî kiriye.[2][3][4] Bav û kalê wî di nav seyîdên Huseyîn ê kurê Elî (Husênî) de ye û bi seyîdên Elî ibn Huseyîn Zeynulabidîn ve girêdayî ye.[5]

Reîsî xwendina xwe ya seretayî li "Dibistana Cewadiye" xwendiye û piştre jî dest bi xwendina li Hewzayê (semînara îslamî) kiriye. Wî di axaftinekî xwe de aniye ziman ku wî bawernameya doktoraya hiqûqa taybet ji Zanîngeha Moteharî wergirtiye lêbelê ev yek wekê îdîayeke bi nîqaş maye.[6]

Karên dadweriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Reîsî di sîstema dadweriya Îranê de di çend erkên wekê cîgirê serokê dadweriyê (2004-2014), dozgerê giştî (2014-2016) û wekê serokê dadweriyê (2019-2021) kar kiriye. Di salên 1980 û 1990an de jî dozger û cîgirê dozgerê Tehranê bû. Ew ji sala 2016an heta 2019an welî û serokê Astana Qudsê Rezewî bû. Reîsî endamê Meclisa Pisporan a parêzgeha Xorasana Başûr bû ku di hilbijartina sala 2006an hatiye hilbijartin.

Bidarvekirinên sala 1988an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Huseyîn Elî Muntezerî, Reîsî wek yek ji çar kesên ku di bidarvekirinên girtiyên siyasî yên Îranê di ku sala 1988ê de pêk hatiye cih girtiye bi nav kiriye. Bidarvekirina girtiyên siyasî yên Îranê ku di sala 1988an de qewimî bû rêzeke ji bidarvekirinên girtiyên siyasî yên li seranserî Îranê bû ku ji 19ê tîrmeha sala 1988an ve dest pê kiribû û nêzîkî pênc mehan berdewam kiribû. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AI), "bi hezaran muxalîfên siyasî bi awayekî sîstematîk di navendên binçavkirinê yên Îranê de li seranserê welat rastî windakirinên bi zorê hatine. Gelek kesên ku di vê demê de hatibûn kuştin rastî îşkence û zilamên din hatibûn."[7][8][9]

Nasnavê Qesabê Tehranê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Raîsî zêdetirî deh salan di dadrêsiyê de xebitî û di sala 2019an de bû serokê darazê. Ew di sala 1988an de di "komîsyona mirinê" de cih girtibû ku biryara darvekirina bi hezaran girtiyên siyasî dabû. Lewma tê bawer kirin ku ew wekê dozgerê giştî berpirsê gelek girtin û bidarvekirinên mûxalîfên siyasî ye. Ji ber wê jî ew ji wê rojê û pê ve bi nasnavê “Qasabê Tehranê” tê binavkirin.[10]

Hilbijartinên serokkomariyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Reîsî di sala 2017an de wek berbijarê Eniya Gel a mihafezekar a Hêzên Şoreşa Îslamî dibe berendamê serokomariyê û li hember serokomarê wê demê Hesen Rûhanî ku ji 57% deng werdigire têk diçe. Reîsê yek ji çar kesan bû ku di sala 1988an de li Îranê bi hezaran girtiyên siyasî hatine bidarvekirin û ji ber vê yekê wekê “komîteya mirinê” hatiye binavkirin. Reîsî ji hêla Ofîsa Kontrolkirina Heyiyên Biyanî ya Dewletên Yekbûyî ve li gorî Fermana Rêvebir a 13876an hatiye ceza kirin.

Reîsî di sala 2021ê de cara duyem careke din dîsa dibe namzetê serokomariyê bi dengên ji 62,9% biser dikeve û wekê serokkomarê Îranê hatiye hilbijartin.

Mirina wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 19ê gulana sala 2024an de, helîkoptera ku Reîsî jî pê diçû li nêzîkî bajarokê Culfa yê li ser sinorê Azerbeycanê ket xwarê. Piştê lêgerîna rojekê di 20 gulana sala 2024an de ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Mehrê ve hate ragihandin ku Îbrahîm Reîsî kesên ku di helîkopterê de bûn hemî jiyana xwe ji dest dane.[1] Kesên ku bi Îbrahîm Reîsî re di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, melayê înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û parêzgarê parêzgeha Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî, du rayedarên leşkerî yên pilebilind ên supaya pasdaran û sê muretebatên helîkopterê jiyana xwe ji dest dane.[11]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b "Iran's president, foreign minister martyred in copter crash". Mehr News Agency (bi îngilîzî). 20 gulan 2024. Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
  2. ^ "شرح زندگی | سید ابراهیم رئیسی". raisi.ir (bi farisî). Roja gihiştinê 19 gulan 2024.
  3. ^ "Wayback Machine". web.archive.org. 15 nîsan 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 15 nîsan 2017. Roja gihiştinê 19 gulan 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "مرد 54 ساله ای که دادستان کل کشور شد، کیست؟/ ابراهیم رئیسی را بیشتر بشناسید". web.archive.org. 16 çiriya pêşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 16 çiriya pêşîn 2016. Roja gihiştinê 19 gulan 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "تولیت جدید آستان قدس رضوی را بهتر بشناسیم + سوابق کامل - تسنیم". خبرگزاری تسنیم | Tasnim (bi farisî). Roja gihiştinê 19 gulan 2024.
  6. ^ "مدرک تحصیلی ابراهیم رئیسی؛ 'شش کلاس' یا 'دکترا'؟". BBC News فارسی (bi farisî). Roja gihiştinê 19 gulan 2024.
  7. ^ "I was lucky to escape with my life. The massacre of Iranian political prisoners in 1988 must now be investigated | The Independent | The Independent". web.archive.org. 25 çiriya paşîn 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 çiriya paşîn 2020. Roja gihiştinê 19 gulan 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ "100 Prominent Iranians Ask UN to Declare 1988 Massacre "Crime Against Humanity" : International Campaign for Human Rights in Iran". web.archive.org. 8 îlon 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 îlon 2016. Roja gihiştinê 19 gulan 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  9. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 15 kanûna pêşîn 2018. Roja gihiştinê 19 gulan 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  10. ^ "Bei Heli-Absturz gestorbenDer „Schlächter von Teheran" ist tot - wer war Irans Präsident Ebrahim Raisi?". Focus.de. 20 gulan 2024. Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
  11. ^ "Kesên ku bi Îbrahîm Reîsî re jiyana xwe jidest dane". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 22 gulan 2024.