Tehran

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Tehran
تهران‎
 
Tehran is located in Îran
Tehran
Nexşeya cihan Îran
Kargêrî
Welat  Îran
Parêzgeh Tehran
Demografî
Gelhe 7.797.520 (2006)
Erdnîgarî
Rûerd 716,9 km²
Bilindayî 1.191 m
Koordînat 35° 42′ Bakur
      
51° 25′ Rojhilat
 / 35.7°Bk 51.41667°Rh / 35.7; 51.41667
bajêrê Tehran li bin Çiyayê Elborz

Tehran (bi farsî: تهران) paytextê dewleta Îran ê ye û li gora hijmartina meha çile ya sala 2005 an 14 mîlyon kes lê dijin. Tehran li başûr ê çiyayên Elborz ê û li deryaya Kaspiyan ê ye. Li bajêr deh zanîngeh, çend mûze û gellek mizgeftên dîrokî. Teyarexanekek navnetewî bi nav Teheran/Mehrebad li derweyî bajêr cîh digirî. Bi xwe Tehran merkeza endustrie û bazirganî ya welatê Îran ê ye. Di sala 1999 an vir li Tehran ê metroyek bi sê rayan jî heye.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Dîrok

Sazî ya Azadî ku wek sembola Tehranê dêt binav kirin

Di dîroka Îranê da Tehran ne tim bi nav û deng bûye. Bajarekî bi na Tehran cara yekemîn di sala 942 hatiye nivisîn û wê demê Tehran navçeyekî bi bax û baxçan hêşin bûye. Lê bi damizrandina împaratoriya Kaçaran di sala 1795 an da, Axa Mihemmed Xan Tehran ê dike paytextê Îran. Bi vî avayî Tehran dibe merkeza leşkerî û bazirganiya imparatoriyê. Êdî hemû tişt li Tehran ê ava dibî. Tenê di sala 1800 an da 15. 000 kes li Tehran ê dijiyane.

Şax Nasrettin di dema hukumdariya xwe da ji ber ku erdê bajêr êdî nake der sindorê bajêr bi temamî pênc qatan mezintir dike û diwarekî li dor bajêr çê dike. Bi vî avayî Tehran hê tere hê mezin dibî û di sala 1900 an da 250.000 an pirtir mirov li Tehran ê dijin. Bi vî avayî Tehran dibî bajarê yê herî mezin yê Îran ê. Di sala 1996 nifûsa bajêr bi 6,8 mîlyon kes hatin hêjmartin.

Di sala 1979 an da li Îran ê şoreşa îslamî pêk te û li Tehran ê balyozxaneya emerikî di hêla ciwanan tê girtin. Di vî bûyera da 66 emerikî tên bindest kirin û di piştî salekî dîsa tên berdan.

[biguherîne] Erdnîgarî

Tehran li başûrê çiyayê Elbozê ye. 66 Kîlometer li bakûrê-rojhetal a bajêr ciyayê Demawend e

[biguherîne] Aborî

[biguherîne] Galeriya wêneyan

35°42′Bk 51°25′Rh / 35.7°Bk 51.417°Rh / 35.7; 51.417

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din