Şablon:GH/2016/48

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Qazî Mihemed
Qazî Mihemed

Qazî Mihemed (jdb. 1900 an 1901 − m. 30ê adara 1947an li Mehabadê) dadwer, serokê partiya Komeleyê (nîsana 1945), sazkerê Partiya Demokratik a Kurdistana Îranê û serokê Komara Mehabadê bû. Di heman katî de jî serokkomarê pêşîn yê Kurdan e.

Qazî Mihemedê kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim di sala 1900an de li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Ew bi Mîna Qazî re zewiciye, kurrek û heft keçên wî hebûn. Ji malbateke dîndar û kurdperwer tê. Birayê wî yê bi navê Seyfulquzat helbestvanek bû û bandora xwe li ser hestên Qazî Mihemed ên neteweyî kiribû. Mamê wî Fetaq Qazî di şerê navbera rûsan de jiyana xwe ji dest dide. Kalikê wî Şêx Elmeşayêx ji bo yekkirina kurdan, di sala 1930an de li gundê Erbato yê li bajarê Dîwandereyê êlên kurd li hev dicivîne. Di 22ê kanûna paşîn a 1946an (2ê kanûna paşîna 1324an) de li meydana Çwar Çira Qazî Mihemed ragihand ku Komara Otonom a Kurdî (Komara Kurdistanê ya Mehabadê) hatibû sazkirin. Di kanûna pêşîn a 1946an de piştî têkçûyîna Komarê, di 30ê adara 1947an de Qazî Mihemed û wezîrê parastinê yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li Çwar Çira ya Mehabadê hatin dardekirin.(bêhtir…)