Rûs

Ji Wîkîpediya

Rûs (bi rûsî: Русские, Russkie) gelek e ji aliyî zimanî ve ji gelên slav dihên hesibandin û zimanê wan ji zimanên slavî yên rojhilatî ye.

Peyva rûsî bi ramaneka dî jî bikar dihêt: her welatiyekê Komara Rûsyayê bê nihêrîna li nejad û etnîsîtiya wan. Di zimanê rûsî da, bi dariştina peyva nû ya Rossiyani (Россиянин) anko rûsyanî van herdu ramanan ji hev vadivêrin. Ji tevaya rûsyaniyan, nêzî 80% rûs in.

[biguherîne] Hêşet (nifûs)

Nêzî 137 milyon kesan rûs li cîhanê hene. Ji wan, 115 milyon li Rûsyayê, 17 milyon li komarên Yekîtîya Komarên Sovyetên Sosyalîst yên berê dijîn. Rûs gelê herî pirhijmar yê Ewropayê ye û li goreyê hêşetê (nifûsê), ew çend qatî komên dî yên slavan in (wekî ûkraynî 46 milyon û polonî 60 milyon).

[biguherîne] Rûs li dewletên pêmevanên Yekîtîya Komarên Sovyetên Sosyalîst

Nêzî 1 milyon rûs li derveyî dewletên YKSS yên berê ne, wekî welatên DYA, Çîn, Almanyayê.

[biguherîne] Dîn

Rûs bi awayekê gelemperî, li ser mezhebê ortodoks ji dînê felatî anko xiristiyantî ne.