Abdullah Gül

Ji Wîkîpediya

Abdullah Güll

Abdullah Gül (bilêvkirina bi kurdî: Evdila Gîûl, * 29'ê kewçêrê 1950 li Kayseri) siyasetmedar û ji 28'ê gelawêjê 2007'î virde 11emîn serokkomarê Tirkiyeyê ye.

[biguherîne] Jînenîgarî

Piştî bidawîkirina dibistana amadeyî li Kayseriyê, li zanîngeha Stenbolê, fakûlteya aborîzaniyê perwerdeyê dibîne. Li heman zanîngehê perwerdeya xwe ya bilind jî dike û wekî doçent li zanîngeha Sakarya, beşa endazyariya endustriyê de dersdariyê dike.

Di ciwaniya xwe de di nava refên MTTB a ku xwedî nêrînên Tirkperwer-Îslamîst e, têkoşîn dike. Di nava salên 1983-1991'î de wekî pisporekî aboriyê li Bankaya bipêşxistina Îslamî dixebite. Sala 1991'î wekî parlamenterekî Refah Partisi dikeve parlamena Tirkiyeyê. Sala 1993'î dibe cihgirê serokê partiya xwe. Di hilbijartinên giştî yên sala 1995'î de bo cara duyemîn dikeve parlamenê. Di hikûmeta koalîsyonê ya Refah Partisi - Doğru Yol Partisi de wezîrtiya dûgelê û berdevkiya hikûmetê dike. Bi girtina partiya wê îcar derbasî Fazilet Partisi dibe. Li dijî wî gelek dozên ku wî perê dewletê xwarine tên vekirin. Di dozekê de biryara ji şûnve-girtina pereyan lê tê birrîn û ew jî dide.

Bi girtina Fazilet Partisi îcar jiyana wî ya di nava refên Adalet ve Kalkınma Partisi (AK Parti) de destpêdike. Ew yek ji damezrênerên vê partiyê ye. Di hilbijartinên 3'ê sermawezê 2002'î de bo cara sêyemîn dikeve parlamena Tirkan. Di hikûmeta AK Parti de wezîrtiya derveyî û cihgiriya serokwezîr dike.

Di hilbijartinên 28'ê gelawêjê 2007'î de dibe 11emîn serokkomarê Komara Tirkiyê. Sala 1980'î de evînmarî bûye (zewiciye) û xwedî sê zarokan e.