Abdurrahman Adak

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Abdurrahman Adak
Jidayikbûn1977
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
PerwerdeZanîngeha Enqereyê
Pîşe
  • Nivîskar
  • akademîsyen
biguhêreBelge

Abdurrahman Adak (Ebdurehman Adak) (jdb. 1977, Hezex) nivîskar û akademîsyenê kurd e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1977an de li Hezexê hat dinyayê. Di sala 1998an de Fakûlteya Olnasiyê ya Zanîngeha Enqereyê xilas kir. Di gel perwerdehiya fermî perwerdehiya medreseyê jî wergirt. Ji 1999an heta 2002an li Amedê mamostetî kir û paşê di sala 2003yan de li Zanîngeha Dîcleyê Fakûlteya Olnasiyê Beşa Wêjeya tirkî ya Îslamî dest bi wezîfeyê kir. Di sala 2006an de li Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Enqereyê, di warê wêjeya tirkî ya Îslamî de bernameya doktorayê xilas kir.

Di sala 2009an de ji bo ku damezrandina beşa Kurdî de cih bigre derbasî Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê bû. Di sala 2013an de pîleya doçentiyê bi dest xist. Demekê li wekî Serokê Beşa Ziman û wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê xebitî. Li heman zanîngeha di warê wêjeya klasîk a kurdî dersan pêşkêş dike. Bi derketina kovara Nûbihar Akademî ye edîtoriya wê kir. Demekê di televîzyona TRT 6ê de li gel Kadri Yıldırım bernameyeke li ser edebiyata klasîk amade kir.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Sultan Memduh Divanı (Mahzenu’l-Esrar) 3 Berg, Wergera ji Erebî û Farisî bi bal Tirkî ve, Li gel Prof. Dr. Mehmet Akkuş, Prof. Dr. A. Turan Aslan û Doç. Dr. Nusrettin Bolelli, 2009
  • Müntehebat-ı Fahrî, Wergera ji Erebî û Farisî bi bal Tirkî ve, Li gel Prof. Dr. Mehmet Akkuş, Dr. Abdülmecit İslamoğlu, 2010
  • Ali Emîrî Gözüyle Diyarbakırlı Şairler, 2011
  • Za’fî-i Gülşenî Divanı, 2011.
  • Kurdî 5 - Kurdî 6 Pirtûka Dersê ji bo Dibistanên Navîn, (digel lijneyê) Weş. Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê, 2012
  • Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Nûbihar, 2013

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Destpeka Edebîyata Kurdî Ya Klasîk, Adak Abdurrahman, Weşanên Nûbiharê, rûpel:4