Adonîs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Adonîs
Άδωνις Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Peykera Adonîs li Muzeya Louvre, Parîs, Fransa
Perestvandînê Yewnanistana kevnare Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstMetamorphoses, L'Adone Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
  • Kînîras (Mîrra), Teîas, Fenîks (Alfesîboia) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Mîrra (Kînîras), Alfesîboia (Fenîks) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xwişk û bira
  • Mîrra
  • Bresîa
  • Laogorê
  • Orsedîkê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Beroê
  • Golgos Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Adonîs di mîtolojiya yewnanî de lehenga Afrodîtê evîndarê wî bûyî ye. Di mîtolojiyê yewnanî de çîroka wî ji ketina zikê diya xwe heta bûyî xwedawend li derdora Afrodîtê çêdibe. Fikra mîtên wî ya esas ew e ku piştî mirina wî disa vejiyaye ew jî di mirina xwezayê di demsala zivistanê vêjina xwezayê di demsala biharê re hatiye tekildar kirin.

Mîta Adonîs di Şaristaniyên Deryaya Navîn de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mîta Adonîsê herî baş di nav mîtolojiya Romaya Kevnare û Yewnanistana kevnare de xwe parastîye lê çêbûna vê mîtê hinek zûtir û warê ku ew mît çêbûyî jî hinekî din dikeve milê rojhelatê. Tê zanîn ku ew mît pêşî di Kenana Rojhilata Navîn derket holê. Di herema Kenanê de di nav Mîtolojiya Fenîkeyî de cara ewil ew hat hebandin. Navê wî Adon bû ew di zimanê Kenanî de wateya Yezdan û Rebbê.[1]

Di nav Babîlîyan de ew wek Temûz dihat zanîn navê heyva Temûzê jî ji wî dihat. Li Mîtolojiya Misirê de ew wek Osîrîsê derket hemberê bawermendan.

Kêmbûna çavkaniyan derheqê Mîtolojiyên rojhelata navîn dike ku di jiyane rojane de ew her du evîndar ne wek Adon û Astarte zêdetir wek Adonîs û Afrodît tê zanîn.

Mîta Adonîs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî çavkaniyên Yewnanî û Romayî mîta Adonîs wisa ye:

Keyê Asûrê Têîas bavê keçekê pir rindik bû. Navê wê keçikê Mîrra bû, bavê wê her dem pesnê wê dikir. Di got keça min ji Afrodîtê spehîtir e. Afrodîtê vê yekê bihîst û ji vê gotinê aciz bû, xwest ku cezayan bide wan. Afrodîtê kurê xwe Erosê şande ba wan,Eros keç Mîrrayê kire evîndarê bavê xwe û ji bo tekiliyên ensest bike wê xapand. Mîrrayê beralîkirina Erosê bavê xwe re dafika çêkir û ketin berê hev. Key demekê şûnde vê yekê fêm kir sond xwar keça xwe bikuje. Heman demê de Mîrra jî ji bandora Erosê derket hevî ji xwedawendan kir ku wê biparêzin. Xwedawend jî wê kirne şiklê dara mirrê.

9 meh li ser vê bûyerê bihurî Mîrra ji darê derket û kurekî bi navê Adonîs anî dinê. Ji bo bedewbûna kurikê dilê Afrodîtê kete wî. Xwest ku wî veşêre, bila kes wî nemîne. Wî bir îmanetê Xatûna binerdî Persefonêyê kir. Xatûn kurikê li binerdê ve xweş rakir lê kur hingî mezin dibû bedewtir dibû. Persefonêyê jî nekarî xwe dilê wê jî kete Adonîsê.

Çaxê Afrodîtê hat Adonîsê ji Persefonêyê xwest, Persefonê Adonîsê ne da şer derket di navbera her du xwedawenda. Bi saya xwedawendên din şer qediya û biryarek ji bo Adonîsê hat dayîn. Adonîs ti çar mehê salê li Persefonê, çar meha li Afrodîtêyê, çar mehên din jî ti serbest bibûya. Lê Adonîs ji bin efsûna Afrodîtêyê çar mehên xwe yên serbest jî li Afrodîtêyê bihurand.

Adonîs ji nêçîrvaniyê zehf hez dikir. Carekê ew û Afrodîtê çûn li nêzîkê bajarê Bîblosê daristanekî. Ev bajar li welatê Fenîkeyiyan bû. Niha dikeve hêla Libnanê. Li daristanê berazek êrîşê Adonîsê kir, Adonîs di destê Afrodîtê ve can da. Bêhna xwîna wî û bêhna Afrodîtê wekhev bûn. Cihê ku xwîna wî rija ser sosina gulenîsanê bêhna wê jî heman bû. Xwîna wî çû heta giha Rûbara Brahîmê (navê wî yên kevnar Rûbara Adonîsê) êdî rûbar bû sor.[2]

Hebandina Adonîsê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heta demên Xiristiyanî derketiye holê ku bandora Paganîyê şikestiya bajarê Bîblosa Libnanê bûye cihê bingeha hebandina Adonîsê. Lucianê Samasotayî di nivîsên xwe de behsa rîtûelên hebandina wî kiriye û derheqê wî de De Dea Syria(Li Ser Xwedawenda Surî) nivîsand.

Li gorî Lucianê gelê Bîblosê bawer dikirin ku Adonîs ango Adon birastî jî gundekî bajarê bi navê Afqayê de ji aliyê berazekî hatiye kuştin. Her sal vê bûyerê bi bîr tînin û demên şîna wî de rîtûelên olî û partiyên seksê dikirin. Bi wê şiklê mirina wî piroz dikirin, roja din jî vecarê vejîna wî ya di nav bihûştê dihat pîrozkirin. Navê wan festivalan jî Adonîa bû.[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Azar, Elias N. "Adonis". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 adar 2023.
  2. ^ Azar, Elias N. "Adonis". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 adar 2023.
  3. ^ "Adonis | Myth & Meaning | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 adar 2023.