Xiristiyanî
Ji Wîkîpediya
Xaç yek ji sembolên mesîhtiyê ye
Xiristiyanî, xaçperestî, mesîhtî, îsewîtî, filehî an filetî ola Îsa (bi kurdî: Eso) pêxamber e.
Pirtûka pîroz a mesîhiyan Încîl e. Ji bawermendên ola xiristiyaniyê re Xiristiyan tê gotin. Ji bilî vê binavkirinê, navên mesîhî, îsewî, fileh an file jî di Kurmancî de tên bikaranîn.
Ola Îsa Mesîh li Filistînê derket û li her derê dinê belav bû. Nêzîke du milyar kes bawermendê vê olê hene. Ango di dinê de ji her 6 kesên 2 bawermendên vê olê ne.
Bavê me dûayeke girîng a xiristiyanan e.
Her wiha bi Kurmancî jî wejeyeke nivîskî û devkî ya xiristiyaniyê heye: Lawija Mesîh.
[biguherîne] Girêdanên derve