Arîstoteles
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Arîstoteles (bi yewnanî: Ἀριστοτέλης Aristotéles) (* 384 b.z., † 322 b.z.) firmesunê Yewnana Antîk bû. Aristoteles bi Platon re firmesunê(filosof) herî mezin û grîng ê cîhana rojava tê qebûlkirin. Li ser fîzîk, helbest, mantiq, polîtîka û biyolojiyê gelek berhemên wî hene.
Berî Zayinê 384an da li Stageirayê ji dayik bû. Navê bavê wî Nikomachos e. Bavê wî bijîjkê Keyê Makedonyayê Amyntas II bû. Di 17 saliya xwe de ket akademiya Platon a li Atînayê. Hetanî Platon mir 20 salan perwerde girt.
Naverok |
Berhemên wî [biguherîne]
Mantiq [biguherîne]
- Organon (Hemû nivîsên wî ên li ser mantiqê)
- Kategorî (Categoriae)
- Li ser Şîroveyê (De Interpretatione)
- Prîor Analîtîk (Analytica Priora)
- Posterîor Analîtîk (Analytica Posteriora)
Berhemên Zanyariyê [biguherîne]
- Fîzîk (Physica)
- Li ser Giyanê (De Anima)
- Dîroka Ajalan (Historia Animalium)
- Skalasa Peresînê, Pêlekên Peresînê,Rasteka xwezayê (Scala Naturae)
- Beşên Ajalan (De Partibus Animalium)
- Pêşveçûna Ajalan (De Incessu Animalium)
- Tiştên biçûk ên xwezayî (Parva Naturalia)
- Tevgera Ajalan(De Motu Animalium)
- Çêbûna Ajalan (De Generatione Animalium)
- Mekanîk (Mechanica)
Metafîzîk [biguherîne]
- Metafizik (or Metaphysica)
Rewişt [biguherîne]
- Rewişta Nicomakos'ê (Ethica Nicomachea)
- Rewişta Eudemos'ê (Ethica Eudemia)
- Polîtîka (Politica)
Estetîk [biguherîne]
- Retorîk (Ars Rhetorica)
- Poetîka (Ars Poetica)
Girêdanên Derve [biguherîne]
- Ji gotinên Arîstoteles
- Felsefeya Arîstoteles ya Exlaqê
- Felsefeya Arîstoteles ya Heyînê
- Felsefeya Arîstoteles ya Zanayiyê