Ayfer Düzdaş
Xuyakirin
Ayfer Düzdaş | |
---|---|
Jidayikbûn | 1ê kanûna paşîn a 1973an (51 salî) |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Ayfer Düzdaş (jdb. 1973 li Sêwasê, Bakurê Kurdistanê), stranbêjeke kurd e.
Li gundê Aldîwazê ya bi ser Hafikê ya Sêwasê hatiye dinê. Malbata wê di komkujiya 1938an de ji Dêrsimê reviyane Erzinganê û ji wir jî derbasî Sêwasê bûne. Heya neh saliya xwe li Sêwasê maye. Piştî wê malbata wê koçî Stembolê kiriye.
Ayfer Düzdaş di sala 1996an de li NÇMê dest bi perwerdehiya muzîkê û baxlemayê kir. Di sala 1998an de li Lîseya Hunerên Bedew a Perayê de dest bi perwerdehiya şan û kemanê kir. Piştî perwerdehiya du salan di Koma Venge Sodirî ku bi zimanê zazakî muzîkê dike û di Koma Asmîn a ji 11 jinan pêk hatibû de cih digire. Yekem albûma wê ya solo sala 2008an derket.
Dîskografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 2000 − Şahiya Stranan 1, Kom Muzîk
- 2001 − Wayîr, bi koma Vengê Sodirî
- 2006 − Şahiya Stranan 2, Kom Muzîk
- 2006 − Annadolu Ninnileri (Lorîkên Anatoliyayê)
- 2008 – Leylan, Solo, Kom Muzîk
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- (tirkî) Malpera fermî ya Ayfer Düzdaş Girêdana arşîvê 2017-04-25 li ser Wayback Machine
- (kurdî) Ayfer Duzdaş: Di muzîka kurdî de xitimînek heye, Hevpeyvîn: Îsmaîl YILDIZ, 24.02.2008, DIYARNAME
- (kurdî)HEVPEYIVÎN BI AYFER DUZTAŞ RE, Salihê Kevirbirî, NETKURD Girêdana arşîvê 2008-08-06 li ser Wayback Machine
Ev gotara ji bo stranbêjeke/î kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |