Sêwas

Sêwas
Sivas
Sêwas li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Sêwas
Sêwas
Sêwas (Tirkiye)
Nexşeya parêzgehê
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Sêwas
Demografî
Gelhe 638.464 (2007)
Erdnîgarî
Rûerd 28.488 km²
Koordînat 39°45′2″Bk 37°0′53″Rh / 39.75056°Bk 37.01472°Rh / 39.75056; 37.01472
Agahiyên din
Malper www.sivas.bel.tr
Gok Medrese li Sêwasê

Sêwas (bi tirkî: Sivas) navçe û bajarekî Bakurê Kurdistanê ye. Dikeve nav sînorên Komara Tirkiyê.

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema Împeratoriya Romê de navê bajar Sebasteia (bi yewnaniya kevn: Σεβάστεια, lat. Sebásteia; bi latînî: Sebastea) an Sebastê (bi yewnaniya kevn: Σεβαστή, lat. Sebastḗ; bi latînî: Sebaste) bû, ji navê împerator Augustus (bi yewnaniya kevn: Σεβαστός, lat. Sebastós "rêzdar"). Dema Ereban de nav bûye " Bajarê Danişmend". Dema Osmaniyan de Navê "Eyaleta rom" bûye "Eyaleta Sivas". Nav wek Sîvas û Sêwas hatiye guhertin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kronolojiya bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî Îsa (zayîn)

  • 1650 - dema Hîtîtiyan
  • 695 - 550 dema Medan
  • 550 - 332 dema Persan
  • 332 Hukumdariya Kapodokya

Piştî Îsa (zayîn)

  • 17 . 395 dema Romayiyan
  • 395 dema Bîzansiyan
  • 1152 dema Selçûkiyan
  • 1408 dema Osmaniyan

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajar di nav parelelên 38° 32´ û 40° 16´ bakûr û merîdyenên 35° 50´ û 38° 14´ rojhilat te ne. Hudûdên bajar li bakûr bi Giresûn, Ordu, Tokatê ve (Tirkiye), li rojava bi Yozgat û Qeyserî yê ve, li başûr bi Mereş û Melediyê ve û li rojhilat jî bi Ezirganê ve tê girêden. Perçeyeke biçûk ji herêma Sêwasê dikeve hundirê hudûdên Kurdistanê: Qoçgîr, Dîvrîgî, Qenxal û Îmranlî (Umraniye an Macîran).

Taybetiyên erda bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîvana erda bajêr 28.488 km² ye. Ji vî erdî % 46,2 ji çiyan, % 6,2 ji deştan û % 47,6 jî ji platoyan pêk tê. Li erda herêmê genim, ceh, kixsên şekir, nîsk û patatês tên çandin.

Avûhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê îklîma reşayî heye. Havînan germ, zivistanan jî sar û bi berf derbas dibe. Ferqa germiya di navbera şev û rojan de ne pir e.

Çiyayên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayê bilindtir yê herêmê Kosedax e (3050m). Çiyayên din yê herêmê jî ev in. Qaraca (2079m), Keşlik (2230m), Hezan (2283m), Yildiz (2537m), Yama (2631m), Çiyayê sor (3015m) û Bey (2802m)

Deşt, zozan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê deşt zêde tunene. Bilindbûna platoyên herêmê di navbera 1500 m û 2000 m yî ne. Platoya Uzunyayla û Merakum yên herî mezinin.

Çem û Gol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çemê Qizilirmak ji nav hududên herêmê dertê. Çem ber bi bakûr ve diherêke û diherike Behrareş. Çemê din yê herêmê Tohma, Çalti, Tozan û Kelkit e.

Li herêmê pir golên biçûk jî hene. Wek; Torurge (5 km²), Hafik(1 km²), Lota û Gurun

Babetên heywanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêm ji alî teyrên kovî dewlemend e. Li Sêwasê kewroşk pirin. Kûçikên Qangalê di dinyayê de bi nav û deng in. Li gol û çemên herêmê mehsî peyde dibin. Hirç û berazên kovî li herêmê pir kêmin.

Nifus û navçeyên bajêr (1997)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevayiya nifûsa herêmê (tevlî gundan) 698.019 e.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serwetên bin erdê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Erda herêmê ji alî madenan pir dewlemend e. Li herêmê hesin, komir, çîmento, jîps (alçî), qurşûn, çînko, manyezit, krom,kirêc û mermer ji bin erdê dertên.

Cihên turîstîk, dîrokî û gerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tabîata herêmê ji alî ger û seyranan ve pir dewlemend e. Gol û zozanên herêmê biharan ji alî gel ve tên ziyaret kirin. Şelala Sizir ji ciyek ji ciyên gerê ne. Germavên herêmê jî ji van ciyên gerê ne. Mizgeft, medrese û turbên herêmê jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.

Çand û huner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ol û Civak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Muslumanên herêmê ji elewî û sunniyan pêk tên. Pîrîtî û tarîkatîtî li herêmê xurt e. Nifûsa herêmê ji kurd û tirkan pêk tê.

Xwarinên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Madimak; Gîhayek taybetî ya herêmê ye, biharan şîn dibe. Madimak hûr dibe û di rûn de yan jî şorba wî tê çêkirin. Bi bulxur ji tê kelandin.

Hingel; Şikeva tê perçekirin û malzeme (patatêsê sorkirî, qîme yan jî penir) dikeve nav şikeveyan û tê pêçandin. Di avê de tê kelandin û rûnê sorkirî bi ser tê reşandin û tê serwîs kirin.

Subura; Perçên hevîr yên biçûk di avê de tên kelandin. Ji avê tên derxistin, rûnê sorkirî bi ser tê reşandin û tê serwîs kirin.

Kincên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jinên herêmê kofî bi şarpeyek "krep" li serê xwe girê didin. Fîstanên "pêşlî" herêmê ji sê etekan pêk tên û milê wan fireh in . Di bin fîstan de şalwarên (tuman) dirêj û fireh tê li xve kirin. Çarox û Kelik jî di nigan de hene, lê pêlavên ji lastîka reş û plastîk jî tê li xwe kirin. Gava jin dertên derve carna jî çarşefa reş li xwe dikin.

Zilam "kefî" yan jî "hindî" lê serê xwe girê didin. li ser îşlikên sipî , êlegên bê mil tê li xwe kirin.Ji pantolonê zilama re dibêjin "şayak" yan jî " zivga" (jora wan fireh, jêra wan jî teng e). Gore nexşandî ne û qondere di nigan de hene.