Azad (rapvan)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Azad (hunermend) hat beralîkirin)


Azad
Azad (2006)
Navê rastî
Azad Azadpûr
Jidayikbûn24 çiriya paşîn 1973 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
EsilKurd
HevwelatîAlmanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Azad (jdb. 24ê çiriya paşîn a 1973an li Sine, Rojhilatê Kurdistanê) bi navê Azad Azadpûr ji dayîk bûye. Azad rapvanekî elmane, kû bi eslê xwe Kurd e. Azad navê "Der Bozz“ jî bernav dibê. Berê bernavê wî yê hûnermendî "Azazîn" bû. Azad li Frankfurt am Main nêzî Ginnheim dijî.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Azad weke kurdekê penaber bi malbata xwere hate Almanyayê. Di sala 1984an da cara yekem têkiliya wî bi çanda Hip-Hopê re çêbû. Têkiliyên Azad bi her çar şaxên çanda Hip Hop'pê çêbûn. Pêşî bi Breakdanceêre, paşê pêşketinên wî di şaxê Graffitiyêde, di şaxê Rap'pêde û di şaxê Beatboxing'gêde çêbûn. Herwiha di prodûsiyona muzîkêde jî pêşketinên wî çêbûn. Ligel A-Bomb, Combad û D-Flamedi sala 1988an da koma Cold-N-Locco damezrand, kû di 1990 bi navê Asiatic Warriors hat gûhartin. Kom bi bi stranê xwe yên as/req, kû bi zimanê elmanî-, ingilîzî- û kurdiyê rap'pê digotin zû li heremê hat naskirin. Sala 1994 komê berhemek bi navê „Told Ya!“ weşand, û bi vê gavê kom li derveyî herema xwe jî hat naskirin. Di nav salên derbasbûyîde cûdabûn mezin ketin navbera hûnermendande, û bi vî awayî kom Xerabû. Sala 1999 Azad peymanek bi produksiyona 3P ango Pelham Power Productionsre şanenav kir.

Pêşveçûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Logoya Azad
  • Bi derxistina sîngila Napalm di sala 2000 Azad vegera xwe ya li ser sehnê parast.
  • Di sala 2001an de, Azad berhema solo xwe ya yekemîn bi navê ”Leben” (Jiyan) pêşkeş kir. Azad berhema xwe, komple bi serê xwe amade kir û ciyê xwe li hûnera hiphopa elman girt.
  • Sala 2003an de Azad berheme xwe ya duyem bi navê, Faust des Nordwestens (kûlma bakûrrojava) weşand.
  • Sala 2004an de Azad weşanxana bi navê ”Bozz Music” damezrand. Di bin peymana Bozz Musicê de hûnermendên weke grûpa Warheit (Sezai, Jeyz, Chaker û Azad bixwe), rapperê Jonesmann, Yassir û Sti hebûn. Di heman salêde, skandalek li Hip-Hop-Opena Stuttgart çêbû. Piştî pevçûna Azad bi Rappere Sidore (kû gotinnên giran derheqê dayîka Azadde gotibûn), sivik birîndar bû. Ev cara yekemîn bû kû di dîroka Hip Hopa elmande (Ser-erdî - Overground), pevçûnek bi wî awayî çêbûbû. Vê bûyerê, gelekî bala çapemeniyê kişand ser xwe, û navê Azad li gelek derande derbas bû. Di heman salêde Azad berhemek nû bi navê ”Der Bozz” (Serdar) berhev kir û weşand. Berhemê cihe xwe di nav Top-10hêde li charta elmanîde girt.
  • Sala 2005an Azad serkeftinek mezin bi berhama ”One” (Yek) a kû ligel rapvanê Kool Savasre bi dest xist. Bi vê berhemê, wan cihe xwe li Top-5ca charta elmanîde girt.
  • Sala 2006an de Azad berhemek bi navê ”Game over” (lehîstok xilas) weşand. Bi vê berhemê Azad kete rêza 8emîn li charta elmanî.
  • Sala 2007an de Azad bi strana “Ich Glaub An Dich” (baweriya min bi te heye) kû marşa rêzefîlma RTL Prison Break, ligel Adel Tawil, kete rêza yekemîn li charta sîngilen elmande. Bi vê serkeftina mezin Azad statûsa zêr sitand. Ev singila wî xwe 150.000 carî firoşt. Azad bû yekemîn rapvanê elman kû gihiştî vê amancê. Di heman salêde, Azad berhemek bi nave “Blockschrift” (nivîsîna gir) weşand.
  • Di sala 2009an de, Azad berhema "Azphalt Inferno" (azfalt inferno) weşand û herwiha pêşnûmeyên (proje) xweyê nû jî ji bo sala 2009 diyar kir.

Azad û Kurdayetî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Azad qet eslê xwe mandel (înkar) nekiriye û her dem bi Kurdbûyîna xwe, bi awayekê serbilind xwe pêşwazî kiriye. Herwiha Azad yekemîn rapvanê kurdî ye. Di sala 1994an Azad di strana "Life's a fight" (Jiyan şere) di berhama "Told Ya!"'de bi zaravê soranî strand. Di salên pêş jî çend caran qala Kurdbûyîna xwe di berhemên xwe yên cûrbecûr kir. Di sala 2001an di berhama "Leben" (Jiyan) ligel hozan Nasir Rezazî stranek bi navê "Freiheit" (Azadî) çêkir. Di heman salê Azad beşdarî festîvala peytexta Kurdistanê Amedê jî bû, û ligel dengbêjekî amediyê kal, çend stran bi hevre gotin. Di sala 2006an di berhama "Game Over" (Leyîstok Xilas) vêcarê ligel hozan mezin Şivan Perwer'e stranek bi navê "Stadtfalke" (Bazê bajar) çêkir. Di hevpeyvînên xwe jî Azad her dem dibêjê kû ew ji erka (rol) xwe hişyarê di wata di Kurdîtiyê ji bo ciwanên Kurdan 1.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Albûm
2001 Leben
2003 Faust des NordWestens
2004 Der Bozz
2006 Game Over
2007 Blockschrift
2009 Assassin
2012 Nebel
2016 Leben II

Albûmên Mix (Tevlîhev)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Albûm
2003 Faust Des Nordwestens Tour Tape
2006 Der Bozz (Sti Remix)
2009 Azphalt Inferno I
2010 Azphalt Inferno II

Albûmên Ligel Komê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Albûm Kom Endam
1994 Told Ya Asiatic Wariors Azad, D-Flame, Combad, A-Bomb
1997 Strength Asiatic Wariors Azad, D-Flame, Combad, A-Bomb
2003 Mix Tape Warheit Azad, Jeyz, Sezai, Chakar
2005 One ONE Azad, Kool Savas
2007 Betonklassik Warheit Azad, Jeyz, Sezai, Chakar

Sîngil[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Sernav Ligel
2000 Napalm
2001 Gegen den Strom
2001 Leben
2003 A
2004 Phoenix
2004 Kopf Hoch Jonesmann
2006 Alarm
2006 Eines Tages Cassandra Steen
2007 Ich Glaub An Dich Adil Tawil
2008 Alles Lügen/Ghettobass
2008 Zeit zu Verstehen Gentlemann
2009 Liberation Time Capleton
2009 Klagelied/Wie Lang Tino Oac
2010 Fuck Tha Police Godsilla & Navigator
2010 Fly Away/Immer Wenn Es Regnet Kool Savas

Sîngilên Ligel Komê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Sernav Kom Endam
2005 Monstershit ONE Azad, Kool Savas
2005 All 4 One ONE Azad, Kool Savas
2005 Guck My Man ONE Azad, Kool Savas
2007 Hölle auf Erden Warheit Azad, Jeyz, Sezai, Chakar

Mêhvan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]