Benî
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Benî, cureyeke sosîsê ye ku bi biharbêhn (biharat), goştê dewar an pez tê çêkirin. Li seranser başûrê Ewropayê, Anatoliya, Kurdistan, Ermenistan (Hayastan), cîhana ereban tê xwarin. Li rojavayê Ewropa jî tê zanîn û xwarin. Li hin welatan hin xurdemeniyên din jî tevlî dikin. Bi bandora romî (tirkî) kurd sicûq jî dibêjin jê re.
Cureyên beniyê (sicûq) [biguherîne]
- Beniya macarî (ne sosîsa macarî ye, ew cuda ye, benî jî sosîsek e ji xwe)
- Beniya balkanî (wekî ya Stenbolê ye tenê biharat cuda)
- Beniya Qenxalê
- Beniya Ezirganê, beniya ermeniyan (bi tirkî jê re beton sucuk dibêjin)
- Beniya Stenbolê, beniya tirkan (bi tirkî jê re parmak sucuk dibêjin, gelek tûj e, no ye)