Berxwedana Wanê 2024

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Berxwedana Wanê, berxwedan û xwepêşandaneke tundî ye ku di 2 û 3ê nîsana sala 2024an de li dijî hewlên desteserkirina berbijarê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Abdullah Zeydan ku ji sedî 55,48 bi dengên bajêr hatiye hilbijartin[1] li seranserê bajêr qewimiye.[2] Berxwedan û xwepêşandanên ku piştre jî berbelavê seranserê bajêr dibe piştî ku 1ê nîsana 2024an de bi weşana hinek ajansan ku di nûçeyên de hatiye diyarkirin ku komîsyona hilbijartina bajêr girteya Abdullah Zeydan daye berbijarê AKPê li bajêr hatiye destpêkirin. Xwepêşandan di destpêkê de di êvara 2ê nîsanê de tenê li çend kolanên bajêr despêdike û piştre jî 3ê nîsanê de berbelavê li seranserê bajêr dibe. Heman xwepêşandanên di 2ê nîsanê de berbelavê hinek navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê dibe. Xwepêşandan berbelavê bajarên mezinên wekê Stembol û Îzmîrê jî dibin.[3]

Paşperdeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Desteserkirina şaredaran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herî dawî di sala 2019an de bi hincetên cihêreng şaredariyên Bakurê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta AKPê ve hatine desteserkirin. Şaredarên dema ku beşdarê hilbijartinan dibin hemî belgeyên ku pêwîste didin desteyên hilbijartinên parêzgehan û bi belgeyan re ev namzetên ku serlêdana berbijariyê kirine têne lêkolîn kirin ku tu astengiyek qanûnî tinebe ji bo ku beşdarê hilbijartinan bibe têne qebûlkirin.

Piştî ku şaredarên bajarên kurd têne hilbijartin dozgerên bajaran lêkolîn didin destpêkirin û bi hincetên cihêreng yek bi yek şaredarên kurd têne desteserkirin û têne girtin. Piştî desteserkirina şaredariyan şaredarên kurd ji kar têne durxistin û têne girtin û ji bo şaredariyên bajarên kurd bireve bibin ji aliyê dewleta tirk ve qeyûm têne bicih kirin.

Di sala 2019an de siyasetmedara kurd Bedia Özgökçe Ertan ku li Wanê bi dengê ji sedî 53,86 wekê şaredar hatiye hilbijartin û ji aliyê dewleta tirk ve ji erk hatiye dûrxistin.

Herî dawî di hilbijartina herêmî ya sala 2024an de ku 31ê adarê hatiye lidarxistin rojekê beriya hilbijartinê ji Wezareta Dadweriyê ya Tirk bi hinceta ku berê hatiye girtin xwest ku berbijarê DEM Partiyê Abdullah Zeydan ku bi rêjeyeke zêde ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye hilbijartin ji erk dûr bixe û li cihê wî berbijarê AKP ku li hemberî berbijarê DEM Partiyê rêjeyeke kêm deng werdigire bicih bike.

Dijberiyên li hemberî zimanê kurdî ku ji aliyê qeyûman ve hatine birêve birin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî desteserkirina şaredaran gelek xebatên çandî û zimanî ji aliyê qeyûman ve têne girtin. Nîşaneyên bi zimanê kurdî ji aliyê qeyûman ve têne hilanîn, zimanê kurdî ji malperên şaredariyan hatine derxistin, saziyên çandî yên zimanê kurdî ya şaredariyan yek bi yek ji aliyê qeyûmên dewleta tirk ve hatine girtin û xebatkarên saziyan ji kar hatine dûrxistin.[4]

Xwepêşandan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

2ê nîsanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî vekişîna mafên rewa yên berbijarê DEM Partiyê Abdullah Zeydan ku wekê hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye hilbijartin û piştî ku nûçeyên ji bo hewlên desteserkirina şaredariya Wanê di hinek ajansên nûçeyan de hatiye weşandin gelên bajêr li çend kolanên bajêr derketin dest bi xwepêşandanan kirin.[5]

Piştî demekî kurt xwepêşandanên li bajêr belavê hemî kolanên serekeyên bajêr dibe.[5]

Di heman rojê de hevserokên DEM Partiyê ji bo betalkirina vê biryarê serlêdana Lijneya bilind a hilbijartinê dide û biryar dide ku civîna lijneya rêveberiya navendî ya ku dihat plankirin di 3ê nîsanê de li Enqereyê dihate lidarxistin li Wanê bê lidarxistin.[6]

3ê nîsanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelê bajêr ji bo ku xwepêşandanan di roja duyem de pêk bîne bi şeş aliyê bajêr dest bi meşan kirin. Polêsên tirk ji bo meşan bide sekinandin bi gazan û fîşekên plastîk êrîşê gel dike. Ji ber şer û pêvçûnên di navbera gelên bajêr û polêsên tirk hinek xwepêşandan birîndar dibin û gelek kes jî hatine desteserkirin.

Di dana êvara 3ê nîsanê de Lîjneya Bilind a Hilbijartinan biryara xwe eşkere kir. Di encamê de serokatiya şaredariya Wanê dîsa dide berbijarê DEM Partiyê ya Abdullah Zeydan.[7]

Piştî ku serokatiya şaredariyê ji aliyê Lîjneya Bilind a Hilbijartinan tê diyarkirin bi sed hezaran gelên bajêr ji bo şahiyan derdikevin kolanan vê biryarê pîroz dikin.[8][9] Heman şahî li bajarên Bakurê Kurdistanê Amed, Îdir, Êlih û bajar û navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê bi beşdariya deh hazar kesan hatiye pîrozkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Van Seçim Sonuçları: 31 Mart 2024 Van Yerel Seçim Sonuçları". secim.sozcu.com.tr. Roja gihiştinê 3 nîsan 2024.
  2. ^ "Wan'da onbinler irade gaspına karşı direnişte". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 3 nîsan 2024.[girêdan daimî miriye]
  3. ^ "Esenyurt'ta yüzlerce kişi Wan'daki irade gaspını protesto etti". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 3 nîsan 2024.[girêdan daimî miriye]
  4. ^ "Kayyum karnesi: Yolsuzluk, borç ve asimilasyon". Yeni Yaşam Gazetesi | Yeni Yaşam (bi tirkî). 19 tebax 2023. Roja gihiştinê 6 nîsan 2024.
  5. ^ a b "Wan'da halk irade gaspına karşı ayakta". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 4 nîsan 2024.[girêdan daimî miriye]
  6. ^ "DEM Parti MYK'si Wan'da toplanacak". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 4 nîsan 2024.[girêdan daimî miriye]
  7. ^ "YSKyê biryar da Abdullah Zeydan mazbatayê bistîne: Wanî daketin kolanan". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 6 nîsan 2024.
  8. ^ "Berxwedan bi ser ket: 100 hezar kom bûn | Xwebûn". 3 nîsan 2024. Roja gihiştinê 9 nîsan 2024.
  9. ^ "Li Wanê bi deh hezaran kesî dest bi prîozbahiya berxwedanê kir". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 9 nîsan 2024.[girêdan daimî miriye]