Binali Yıldırım
Serokê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê | |
---|---|
- | |
İsmail Kahraman (en) Mustafa Şentop (en) | |
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê İzmir (1st electoral district) (en) | |
dp. | |
Serokwezîrê Tirkiyeyê | |
- | |
- | |
Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê (d) | |
- | |
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê İzmir (1st electoral district) (en) | |
dp. | |
Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê (d) | |
- | |
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê İzmir (2nd electoral district) (en) | |
- | |
Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê (d) | |
- | |
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Erzincan (en) | |
- | |
Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê (d) | |
- | |
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Istanbul (1st electoral district) (en) | |
- |
Jidayikbûn | |
---|---|
Hevwelatî | |
Perwerde | |
Pîşe |
Siyasetmedar, marine engineer, endezyar |
Zarok | |
Partiya siyasî | |
Malper | |
Xelat |
State Medal of Honour of the Republic of Turkey (d) |
Binali Yıldırım (jdb. 1955, Gercan),[1] siyasetmedarekî tirk e û 27em serokwezîrê Tirkiyeyê ye.[2] Ew endamê damezrîner e û ji Gulana 2016an heta Gulana 2017an serokê Partiya Dad û Geşedanê (AKP) ya desthilatdar bû. Yıldırım wek peyrewekî dilsoz ê serokkomar Erdoğan tê dîtin. Yildirim ji sala 2021ê vir ve Alîkarê Serokê Giştî yê AKPê ye.
Jiyana pêşîn û perwerde
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Binali Yıldırım di sala 1955an de li Gercanê di parêzgeha Erzînganê di malbetekê kurd ku ji Rihayê koçkir hatiye dinyayê.[2] Ji malbata wî cîranekî Elewî navê Binali lê kiriye; bi erebî tê maneya “kurê Elî”.[3]
Yıldırım li Zanîngeha Teknîkî ya Stembolê li Fakulteya Endezyariya Keştiyê û Endezyariya Behrê xwendiye. Wî perwerdeya xwe ya pispor li Zanîngeha Deryaya Cîhanê li Malmö wergirt.[4]
Pêşveçûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Parlamenter
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Yildirim ji 14ê cotmeha 2002an heta 22yê tîrmeha 2007an endamê Partiya Dad û Geşedanê (AKP) ya Herêma hilbijartinê a yekê ya Meclisa Mezin a Stembolê bû. Di hilbijartina parlementoyê ya sala 2007an de wek nûnerê parêzgeha Erzinganê kete Meclisa Neteweyî.[5] Di salên 2011, 2015 û 2018an de wek parlementerê parêzgeha Îzmîrê ket parlamentoyê.[6]
Di 12ê Tîrmeha 2018an de wek Serokê Meclîsa 27emîn a Meclîsa Neteweyî ya Tirkiyeyê hat hilbijartin.[7] Ji bo ku di Adara 2019an de li Stembolê di hilbijartina şaredariyê de cih bigire, di Sibata 2019an de ji wezîfeyê îstifa kir.[8]
Wezîrê gehandinê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Yıldırım di kabîneyên 58, 59, 60 û 61ê yên Tirkiyeyê de cîhê wezîfeya gihandinê girtiye, ango 11 sal li pey hev (ji sala 2002 heta 2013an) bû wezîrê gehandinê, ji xeynî bêhnvedana 3 mehan a sala 2007 û 2011.[9][10] Ji ber xala 114an a makezagona Tirkiyeyê 3 meh navber pêwîst bû. Li gorî vê yekê, wezîrê gehandinê, eger ji partiyek be, divê beriya hilbijartina parlamentoyê îstifa bike û li şûna wî kesekî serbixwe were hilbijartin.[9]
Li hember skandala gendeliyê ya li Tirkiyê di sala 2013an de, serokwezîrê wê demê Erdoğan kabîneya xwe guherand û 10 wezîr, ku di nav wan de Yildirim jî hebû, ji kar dûrxist.[11]
Yildirim di kabîneya sêyemîn a kabîneya Davutoğlu de ji 24ê Mijdara 2015an vir ve dîsa wezîrê gehandinê, Deryavanî û Ragihandinê bû.[12]
Namzeta xwe di hilbijartinên serbajaran
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di hilbijartinên herêmî yên 2014an de li bajarê Îzmîrê bû namzetê şaredariyê, lê namzeta Partiya Gel a Komarî (CHP) Aziz Koçaoğlu bi ser ket. Yildirim di hilbijartinên herêmî yên sala 2019an de ji bo şaredariya Stembolê jî bû namzet. Li hemberî siyasetmedarê CHPê Ekrem İmamoğlu winda kir.[13][14]
Serokwezîr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 22ê Gulana 2016an de weke serokê AKPê yê li şûna Ahmet Davutoğlu hate hilbijartin û bi vî rengî bû serokwezîrê Tirkiyeyê.[15] Wî hikûmeta xwe di 24ê Gulana 2016ê de pêşkêş kir.
Di 18ê Sibata 2017an de, xuyabûna Yıldırım li bajarê Oberhausen li Almanyayê bû sedema gengeşiyekê û li wir daxwaza danîna rejîma serokatiyê ya ku ji aliyê serokkomar Erdoğan ve li Tirkiyeyê hat belavkirin, hat dayîn.[16] Di çarçoveya reforma makezagonê de di sala 2017an de wezîfeya serokwezîrtiyê hat rakirin.
Jiyana taybet
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Yıldırım zewicî ye û sê zarokên wî hene. Di Mijdara 2017an de hat zanîn ku kurên Ahmet û Erkan Yıldırım tevlî Kaxizên Bihiştê bûne.[17] Sedat Peker di sala 2021an de îdia kiribû ku Erkan Yıldırım bi qaçaxçiya tiryakê ya navneteweyî re mijûl e.[17] Yıldırım ji bilî zimanê xwe yê zikmakî tirkî, înglîzî û fransî jî dizane.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Binali Yıldırım - Munzinger Biographie". www.munzinger.de. Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2024.
- ^ Jump up to: a b "Başbakan Binali Yıldırım: Benim de geçmişim Kürt". m.haberturk.com. Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2022.
- ^ ""Benim adımı Alevi bir komşumuz koydu"". birgun.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2024.
- ^ "Login - DVZ". www.dvz.de. Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2024.
- ^ "TBMM 23.Dönem Milletvekili Listesi". web.archive.org. 5 kanûna paşîn 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 kanûna paşîn 2015. Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "TBMM 24.Dönem Milletvekili Listesi". web.archive.org. 5 kanûna paşîn 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 kanûna paşîn 2015. Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Former PM Yıldırım elected as speaker of Turkey's parliament - Türkiye News". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). 12 tîrmeh 2018. Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2024.
- ^ "Parliament to elect new speaker as Yıldırım resigns to run for Istanbul mayor - Türkiye News". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). 19 sibat 2019. Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2024.
- ^ Jump up to: a b "60. Hukumet". web.archive.org. 2 nîsan 2009. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2 nîsan 2009. Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Binali Yildirim | All About Turkey". www.allaboutturkey.com. Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2024.
- ^ "Korruptionsskandal in der Türkei: Erdogan bildet halbes Kabinett um". FAZ.NET (bi almanî). 26 kanûna pêşîn 2013. Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2024.
- ^ "News des Tages: Recep Tayyip Erdogan, Deutsche Bank, Nato". Der Spiegel (bi almanî). 19 gulan 2016. ISSN 2195-1349. Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2024.
- ^ "Opposition Candidate Elected Istanbul Mayor in Major Loss For Erdogan". web.archive.org. 1 nîsan 2019. Ji orîjînalê di 1 nîsan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2024.
- ^ "Erdogan's party suffers blow after Istanbul re-run poll defeat" (bi îngilîziya brîtanî). 23 hezîran 2019. Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2024.
- ^ "Türkei: AKP wählt Yildirim zum neuen Chef und Ministerpräsidenten". Der Spiegel (bi almanî). 22 gulan 2016. ISSN 2195-1349. Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2024.
- ^ "Yildirim wirbt in Oberhausen für Präsidialsystem". FAZ.NET (bi almanî). 18 sibat 2017. Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2024.
- ^ Jump up to: a b Dangeleit, Elke (24 çiriya paşîn 2017). "Erdogan, die Paradise Papers und sein Korruptionssumpf". Telepolis (bi almanî). Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2024.
- Endamên Hikûmeta 64an a Tirkiyeyê
- Endamên Hikûmeta 65an a Tirkiyeyê
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 22an
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 23an
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 24an
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 26an
- Jidayikbûn 1955
- Mirovên zindî
- Parlamenterên Stembolê
- Serokwezîrên Tirkiyeyê
- Siyasetmedarên tirk
- Siyasetmedarên Partiya Dadwerî û Werarê (Tirkiye)