Elî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Nave Elî bi erebî

Elî ibn Ebî Talib, Îmam Elî an jî bi tenê Elî (bi erebîعلي بن أﺑﻲ طالب, ʿAlī ibn Abī Ṭālib), (598, li Mekeyê hatiye dinê - 661, him pismamê Mihemed Pêxember (lawê Ebû Talib ê ap) û him jî zavayê wî (mêrê Fatma ya keç) bû. Li cem wî mezin bûyî û yekemîn kesên ku berê bi pêxamberiya Mihemed ra bîad kiriye ew e, di nav 12 îmaman da îmamê pêşîn bû.

Wek serleşkerîkî belavbûyîna ola îslamê da ristek girîng lîstiye û tev li hemû (bê şerê Tebûk ê) şeran bûyî, ji xwe ji ber van sedeman wek şêrên Xwedê an jî Şûrên îslamê tê nasîn.

Piştî kuştina xelîfeyê sêyem Osman ibn Efan Elî bû xelîfe (656-661). Bi tevahî 4 sal 9 meha li ser hev xelîfetî kir.[1] Dema xelîfetiya wî mirov dikare bibêje bi şerê navxwûyî derbaz dibe. Şerên wê dewrê ev bûn:

  1. Şerê Cemel (di navbera wî û Muavîye û Zubeyr da bû)
  2. Şerê Siffin (di navbera wî û Muavîye da bû)
  3. Şerê Nehrevan (di navbera wî û Hariciyan da bû)

Di 63 saliya xwe da li bajarê Kufê dema nimija sibe pêk dianî di mizgeftê da ji hêla xarîciyan ve hat kuştin.

Çavkanî[biguherîne]