Busveser

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Busveserek ji saziya busbanê ya Bremenê

Busveser, busa vagonkî, otobusa (yan busa) ji vagonên bi hev ve girêdayî pêk tên re dibêjin.

Busveser ji du yan sê vagonan in û ev vagon bi hev ve girêdayî ne. Pirranî wekî busa şaredariyê di nava bajaran de tên bikaranîn.

Motora busê dikare li pêşî yan vagona herî paşî be. Li Bakurê Kurdistanê jî ev bus tê bikaranîn lê pirranî busên yekvagonî hene. Busên dirêj in. Ji 11 heya 25 m dirêj busveser hene. Hin cureyên wê yên duqatî jî hene.

Di van busan de bo manewraya ajotinê hêsantir bibe, sazûmaniya 4WS tê xebitandin.