Keştî
Keştî amyareke deryadariyê (deryageriyê, deryavaniyê) ye ku bu prînsîpên Arşîmed li ser avê ajnê dike, diajo. Ji kelek, bot û gelek amyarên din mezintir e.
Keştî li barengan (tersane) tên çêkirin. Keştî bo veguhastina mal û rêwiyan, bo leşkeriyê û gelek armancan tên bikaranîn. Bi hêza mirovan an motorê dixebitin. Belem û keştiyên bi sekanan tên ajotin, ji vir 4-5 hezar sal berê jî dihatin zanîn û bikaranîn.
Egîptiyan (misir), fenîkiyan, îraniyan (faris, kurd ûêd), vîkîngan bi gelek awayan belem û keştî çêkirine, deryavanî bipêşxistine. Herwiha çînî, afrîkayî û grekiyan jî. Fenîkiyan li Deryaya navîn wargehên mezin û navdar ên deryavaniyê ava kirine û dema behsa deryavaniyê tê kirin, fenîkî tên bîra mirov.
[biguherîne] Têgînên deryavaniyê û zimanê kurdî
Termên deryavanî û keştîvaniyê yên zimanê kurdî ji yên romî, (tirkî) û erebî gelek zêdetir in, lê roj bi roj winda dibin. Li ser wan xebateke zanistî nehatiye kirin.
Wêjeya devkî ya kurdî de gelek binavkirinên keştiyan hene: Kelek, belem, keştî, babele, keştiya cotlenger, şeşrim, keştiya serdîk, qilonçxwar, keştiya cinan, keştiya dizan hwd. Evana nav in an rengdêr in lê xebatekê nehatiye kirin.
Çend ji wan:
- Sekan, bêrikên pê keştî tên ajnêkirin
- Lenger (hesinê keştiyê)
- Lûmbar
- Pêhnik, guverte
- Stûnên keştiyê
- Sîntîne, qata binî ya keştiyê
- Pît, bavê keştiyê
- Keştîvanî
- Naxuda, mezinê, rayedarê keştiyê
- Kaptanê deryayê, kaptanê sereke yê keştiyê
- Kaptanê keştiyê
- Kelekvan
- Îskele, aliyê çepê yê keştiyê
- Pesare, cihê ku keştî lê lenger diavêjin
- Targe, pirika ku dirêjî keştiyê dikin
- Lengergeh
- Cihnuma, pisûla
[biguherîne] Hin cureyên sereke yên keştiyê
- LASH
- Tankerkeştî, keştiya tankerî
- Qeşaşikên, keştiya cemedbir
- Keştiya felatker, keştiya rizgarker
- Keştiya şer, gelek cureyên wê hene (K-Artêş)
- Keştiya firokeyan a artêşê (KF-Artêş)
- Keştiya nexweşxaneyî
- Keştiya fabrîkî
- Keştiya masîvaniyê
- Keştiya lêgerînê
- Keştiya rêwiyan
|
||||||||||||||||