Trên

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Trên
Trêneke Çekiyayê ji tûnelê derketiye

Trên yek ji ambûrên veguhastinê ye. Ji lokomotîva kişîner (balrakêş) û vagonan pêk tê. Bi elektrîk, komir, mazotê tê xebitandin. Hin lokomitîvên taybet hene ku bi enerjiyên din jî dixebitin. Trên li ser riyên hesînî ango rêhesinê veguhastinê dike, diçe.

Dîroka trênê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di destpêka 1800'î de li Brîtanyayê yekem ceribandina vegihastinê ya li ser rêhesinê hatiye kirin. Endezyar Richard Trevithick di 6'ê reşemiyê 1804'î de, 10 ton bar 16 km li ser rêhesinê veguhastiye. Ji bo wê 5 katjimêr pêwîst bûye.

Stephenson, 27'ê rezberê 1825'î de li Skotlandê di nava Darlingthon û Stocktonê de bar û rêwî veguhastiye. Lokomotîva wî saetê de 24 km ajotiye.

Piştî van ceribandinan di nava 10 salan de rêhesina Brîtanyayê gihîştiye 2.000 kmyê. Sala 1831'î de li DYA, 1832 li Fransa, 1835 li Belgiya, 1837 li Rûsya û 1848'î de li Spanya rêhesin hatine bikaranîn.

Cureyên sereke yên trênê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Trênên yekrakêş, trênên ku bi yek rakêşek, yek lokomotîvekê tên kişandin ku bo her banê lokomotîv tên guhertin (îng. Push–pull train)
  • Trênên ajoker, trênên elektrîkê, trênên ku lokomotîvên wan pê ve ne (îng. Multiple unit)

Ferhengoka trênê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Tûftûf, di zimanê zarokên biçûkan (pitik) de navê trênê
  • Trêna motordar, bi motorê dixebite
  • Vagon, cihên rêwî yan bar lê bardibin ên trênê, bi bandora erebî qeter (qatar)
  • Ban, xeta trênê, bo mînak bana Amed û Sêwasê
  • Îstgeh, rawestgehên trênê yên li ser banan (xetên trênê)
  • Ajovanê lokomotîvê, ajovanê trênê
  • Bilêtnêr, kondûktor
  • Raveka banê, tarîfeya rê, tarîfeya xetê
  • Trêna lezgîn, trênên ku di hêza wan >150 km/katjimêr in