Cano Amedî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cano Amedî
Jidayikbûn1959 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Cano Amedî, di 21ê adara 1959an de li gundê Eskar (bi romî: Yaylak) mezra Gohermê ya girêdayî Qulp a navçeya Amedê hatiye dinyayê.

Wî dibistana seretayî li Xirûcê (kaynak), a navîn li bajarê Meletîyê û amadeyî (lîse) jî li Amedê xwendiye. Dûv re ji ber fikr û ramanên xwe yên siyasî di 17ê adara 1980an de tê girtin û 20 salî di girtîgehên Tirkiyeyê yên li gelek bajaran, girtî ma. Amedî, di 17ê adara 2000an de ji girtîgehê derket. Du-sê salan li bajarên Tirkiyeyê dimîne, niha jî li Kurdistanê, li bajarê Rihayê dijî.

Cano Amedî, 2 pirtûkên Bûbê Eser Gardiyan û Dîroka Rûreş (Ku li ser anfaliya Barzanîyan e) wergerandiye tirkî.

Gelek gotarên wî jî, di rojname, kovar û malperan de hatine weşandin; Dengê Azadi, Rewşen, Nûbihar, Rizgarî, Roj, Roja Kurd, Nûroj û niha di jî di netewe.com ê de dinivîsine.