Cemal Şener

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cemal Şener
Jidayikbûn18ê adara 1951ê
Güllüce, Ezirgan
Mirin3ê çiriya pêşîn a 2010an (59 salî)
Stembol
PerwerdeFakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Stenbolê Beşa Mirovnasiya Civakî
biguhêreBelge

Cemal Şener (jdb. 1951 li parêzgeha Ezirgan) yek ji siyasetmedar û nivîskarên îdeolojiya fermî ya dewleta tirk bû. Bi lêkolîn û angaştên xwe yên derbarê elewîtiyê tê naskirin.

Di Zanîngeha Stembolê de mirovnasiyê xwendiye û lîsansa xwe ya bilind jî li fakûlteya aboriyê ya heman zanîngehê di beşa zanîna polîtîk de dike. Di kovarên wekî Cem û Nefesê de dinivîsîne.

Angaşta wî ya sereke tirkbûna elewiyan e. Gorî wê çi elewiyên tirk, çi elewiyên kurd, çerkez, ereb, tirkoman, faris, alban hwd. hemî di bingeha xwe de tirk in. Gorî wê ol an baweriya elewîtiyê elementên ola berê ya tirkan şamanîzmê dihewîne û li kî derê dibin bila bibin, kesên elewî tirk in.

Nêrînên Şener serî de ji elewiyan bi xwe, ji aliyê gelekan ve bi tundî tên rexnekirin. Herwekî gelek alîgirên ramanên wî jî hene. Gorî rexnegîran ew dixwaze hêz û civaka herî dînamîk a Tirkiyê bi dewletê ve bide girêdan û elewiyan bi dewletê re dîsa li hev bîne, xeyîdîna rlewiyan derbike.

Hin ji pirtûkên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Çerkes Ethem Olayı - Bûyera Çerkez Ethem, 1984
  • Alevilik Olayı - Mijara Elewîtiyê, 1988
  • Atatürk ve Aleviler - Atatürk û Elewî, 1990
  • Alevilik Üstüne Ne Dediler? - Çi gotin li ser Elewîtiyê, 1990
  • Alevi Törenleri - Pîrozbahiyên Elewiyan, 1991
  • Topal Osman Olayı - Bûyera Topal Osman, 1991
  • Alevi Sorunu Üstüne Düşünceler - Ramanên li ser pirsgirêka Elewîtiyê, 1992
  • Yaşayan Alevilik - Elewîtiya zindî, 1994
  • Bihatayık Evladı Kerbelayık - Bêxeta ne ewladê Kerbela ne, 1995
  • Şeriat ve Alevilik - Şerîet û Elewîtî, 1995
  • Şamanizm Nedir? - Şamanîzm çi ye, 1996