Daryûşê I

Ji Wîkîpediya

Daryûşê I
Hexamenişî di sînorên xweya herî mezin de
Gora Daryûşê I li Neqşî Rostam (Îran)

Daryûşê I (Daryûşê yekem) an jî Daryûşê Mezin (549 b.z.– nêzî 485 b.z.) (bi bi farsî: داریوش Dâriyûsh, farsîya kevin: Derayawauš), yek ji Şahên Împeratoriya Persaya Hexamenişî bû. Ew lawê Vîştapa (yewnanî: Hystaspes), bavê Xeşeyerşa bû û navbera 521 b.z. de heta dor 485 b.z. şahitî kirî bû.

Di dema Daryûş de li împeratoriyê gelek serîhildan der ketin. Dema wî de Babîl du caran, sê caran, Elaman sê caran, Îyonya li hembera karger serîhildan. Ji bo wan serîhildanan jî Împaratorî lawaz bû û Daryûş li hembera Yewnana kevin di Cenga Maraton de bin ket. Lê dîsa jî wî Împeratorî li Qafqasya, Pontus û Ermenistan belav kir û bi Saka û Turanîyan re ceng kirin. Di wan cengan de wî dest bi nerîtên nûyên wek dan dana leşkeran û wan antrenman kirin, kirin.

Daryûş di dema xwe de împeratorî organîze kir û gorî Satrap ango herêman karger kir. Gorî Herodot wî împeratorî parva 20 satrapan kirî bû û ew satrapan ji alîya satrapan dihat karger kirin û wek otonom bi navenda împeratorî ve girêde bû.

[biguherîne] Avakirinên wî

Daryûş di dema xwe de paytexta împeratoriyê Persepolis çêkir. Li ber wî dema Kûruş de Pesargad paytexta împaratorî bû û paş wî persapolis ava kir re kargera xwe bira wir. Li persapolis bêtir wî navbera Sûweyş û Nîl de kanaleke bo keştiyan kola. Dîsa gorî tabletên Persapolisê wî navbera Susa (bajerekî îroj li Xûzistanê) û Sardis (îroj nêzi Manisayê) rêyeke keyî çêkiribû.

[biguherîne] Girêdanên derve

C:Commons
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Daryûşê I hene.