Dobelan
Ji Wîkîpediya
| Dobelan, dumbelan, dûmelan | ||||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
| Dabeşandina zanistî | ||||||||||||||
|
||||||||||||||
| Cureyên dobelanan | ||||||||||||||
|
Tuber aestivum |
Dobelan, dumbelan an dûmelan xwarineke wekî kartolan e. Lê tevî ku di bin erdê de hêşîn dibe, dîsa jî ne rehên wê hene û ne jî li ser rûyê erdê pelên wê hene. Li Kurdistanê bi piranî li serê qelaç û girên ku tu carî nehatine ajotin jixweber hêşîn dibin.
Ji bo dîtina dobelanan li Kurdistanê bi taybetî mirov radihîjin xilç an jî kêran û derdikevin lêgerîna dobelanan. Dobelan dema wekî kartolan di bin axê de çêdibin, diwerimin û axa ser xwe diterikînin. Ji wê terikandin û werma axê tê fêmkirin ku tiştek di bin de heye. Kesên ku li dobelanan digerin, xilç an jî kêra xwe li bin dixin û dobelanê derdixin ser rûyê erdê.
[biguherîne] Xwarina dobelanan
Dobelan xwarineke wekî kuvarkan xweş e û piştî ku di nav rûn de hate qelandin tê xwarin. Lê mirov dikare bêyî ku biqelîne jî bixwe, xwê bike û bixwe.
[biguherîne] Herêmên ku dobelan lê hêşîn dibin
Çiyayê Qerejdax û herêma dora wî çiyayî. Dêrika Çiyayê Mazî û gundên dora wê. Qoser û gundên dora wê. Li Culemêrg û Qamişlokê jî çêdibe û jê re dibêjin dobelan.

