Qoser
Ji Wîkîpediya
| Qoser - Tilermen
|
|
|---|---|
| Welat | Kurdistan (Bakur) |
| Dûgel | Tirkiye |
| Parêzgeh | Mêrdîn (parêzgeh) |
|
|
Qoser navçeya bajarê Merdînê ye. Navên weyî ê kevn Tellermen, Dunaysir û Qoser e. Bi tirkî jere divên Kızıltepe. Gora sala 2008 an serjimara navçê 198,672 ye. Di sala 1973 ya de hejmara wê 21.000 bu, di 1990 de 60.134 bu, di sala 2007 de 127.148 hatîye hejjimartin.
Hejmara navçê iro li navendê 131.050 ye lig unda jî 82.251 bi temami serjimara wê 213.101 e.
Qoser dema ku gundê çiyê tên şewitandin xelkê gundên navçê pir bar dikin û tên Qoserê. Di wê demê de nifûsa Qoserê zêde dibê. Yê koç dikin û tên Qoserê piranî surgûçî, xwirsî, baqustanî û hwd. Navê taxên Qoserê: Qoser, Xirafa...
Qoser bi qanûn vexwiriya jinên tûtina qaçax jî bi nav û deng e. Gor nîşanan di demên berê de nifûsa Qoserê ji ya niha bêtir bû. Mizgeftek mezin bi navê ku gel lê kiriye "Mizgefta Kevn" heye. Li vê mizgeftê bi carekê 800 mirov dikarin nimêj bikin. Ve yeka mirov li ser demên berê yê Qoserê difikirîne ku: gor kû mizgeftek bi vî rengî heye tê wê wateyê, ku nifûsa Qoserê pir bû. Yek ji gundê Qoserê, gundên Xursê bi tûtina xwe bi nav û denge.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne]
Gor ku tê zanîn navê Qoserê berê Dunaysir, dûre bûye Tilermen û dûre jî bûye Qoser. Nayê zanîn ku Dunaysir bi kîjan zimanîye lê dibên "Tilermen" bi ermenî ye û "Qoser" jî bi zazakî ye. Piştî dewleta Tirk tê damezirandin navê wê dibe "Kızıltepe". Qoser navçeyek bi Mêrdînê ve girêdayiye, lê ji Mêrdînê mezintire.
[biguherîne] Jiyana Sosyolojîk
Di nava bajarê Kurdîstanê de Qoser ji aliyê entellektueliyê ve bajarekî serkeftiye. Xwendevanên wê pirin û serkeftîne. Ji helbestvana heya wênesaza û heya dînê wê giştik di nava gel dene. Dinê bajêr: Eledînê dîn, Qomançero, Dodo
[biguherîne]
- Mîran Janbar, helbestvan
- Rênas Jiyan, helbestvan
- Lal Laleş, helbestvan
- Îrfan Amîda, helbestvan
- Şevger Amedî, helbestvan
- Yaqup Tilermenî, roman û çîroknivîs:
- Îbrahîm Seydo Aydogan, roman û çîroknivîs
- Mûstafa Aydogan , wergêr, zimanzan û nivîskar
- Vecdi Erbay, helbestvan, çîroknivîs
[biguherîne] Gundên Qoserê
[biguherîne] Çavkanî
- "Köylerimizin adlari" (1928) (Navên gundên me, pirtûka ku behsa navên gundan dike ya Tirkan e)
|
|
|
|---|---|
|
Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Amûde | Bane | Bazîd | Bidlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlîg | Dêrsim | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Gurgum | Hesîçe | Hewlêr | Îlam | Îdir | Kamyaran | Kerkûk | Kirmaşan | Kobane | Mehabad | Meledî | Mereş | Mêrdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Nisêbîn | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Qoser | Riha | Selehedîn | Semsûr | Serdeşt | Serê Kaniyê | Sêrt | Seqiz | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şino | Şirnex | Tirbespî | Urmiye | Wan | Xaneqîn | Xoy | Zaxo |
|