Fatihe

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Fatihe

Fatihe an jî sûreya destpêkirinê (an vekirinê) sûreya yekê ya Quranê ye. Li bajarê Mekeyê de dahatiye û ji 7 ayetan pêda dibe. Hemû bingehên Quranê bi kurtayî li sûreya Fatihê da derbaz dibin. Wekî hebûna Xwedê ku yê tenê layiqê met bûnê ye, hêz û dilovaniya wî, xudiyê hemû tistan, perestin tenê ji wî ra dibe û alikarî tenê ji wî tê xwestin. Ji ber vî yêkê ayeta Fatihê li jiyana misilmanan da diaya herî pîroz e.

Fatihe bi zimanê kurdî (kurmancî)[biguherîne]

SÛREYÊ FATÎHE

Li Mekkihê daketiye. Heft ayet e.

  1. Bi Navê Xuda yê Mihrîvanê Dilovîn.
  2. Hemd û spasî ji Ellah Te’ala re bê ku ew perwerdegarê alemê ye.
  3. Ew Mihrîvan e ji bo hemî mirovan, Ew Dilovîn e ji bo mu’minan.
  4. Ew Xwediyê roja hesabê ye.
  5. Xuda yê me Em her ji bo te tenê îbadetê dikin û em her ji te tenê arîkariyê dixwazin.
  6. Xuda yê me Tû berê me bide riya rast û durust;
  7. riya wan kesên ku te qencî û dilşadî dayî wan, ne riya wan kesên ku xezeb li wan bûyî û ne riya wan kesên ku riya heq winda kirîn.

(Amîn!) [1]

Binêre jî[biguherîne]

Fatîha (kirmanckî)

Çavkanî[biguherîne]