Firefox OS

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Firefox OS
  • Linux distribution
  • mobile operating system Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Firefox OS
ZimanPirzimanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 21 sibat 2013 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • Gecko
  • Gonk
  • Gaia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.mozilla.org/en-US/firefox/os Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Firefox OS[1], (Bi navên Boot To Gecko û B2G jî tê nasîn[2]) pergaleke xebatê ya çavkanî-vekirî ye ku ji hêla Mozillayê ve bi taybetî ji bo telefonên jîr tê pêşxistin.

Mozillayê sala 2013an li Kongreya Mobîl ya CÎhanê (MWC) ya li Barselonayê ragihand k u 18 operatorên mobîl piştgiriyê didin Firefox OSê. Wekî gava pêşî, ji bo cîhazên Alcatel, ZTE, Huawei û LGê xebat hatine destpêkirin. CÎhazên pêşî yên bi Firefox OSê li Brezîl, Kolombiya, Mecaristan, Meksîk, Montenegro, Polonya, Serbistan, Spanya û Venezuelayê ketine nav bazarê. Mozillayê ji bo bernamokên Firefox OSê, Firefox Market Place vekiriye ku tê gelek bernamok hene[3].

Cîhazên pêşî yên bi pergala xebatê ya Firefox OSê li Amerîkaya Latînî[4] û li welatên Ewropayê yên ku Deutsche Telekom[5] lê heye, ketine nav bazarê. Gelek hilberînerên telefonên mobîl û operator xebatên derbarê vê pergala xebatê de dewam dikin.

Firefox OS niha li kurdî jî tê wergerandin[6] û karê wergerandinê li ser malpera Locamotionê[7] berdewam e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]