Frederick Reines

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Frederick Reines

Frederick Reines (* 16'ê adarê 1918 li Paterson, New Jersey; † 26'ê gelawêjê 1998 li Orange, California) fizîknasekî DYAyî bû. Sala 1995'î bi tevî Martin L. Perl, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Malbata wî bingeh Cihû û ji Rûsyayê hatibûne. Piştî perwerdeyê bi fîzîka teorîk dest bi xebatên xwe dike. Di sala 1945'î de li laboratûara neteweyî Alamosê dibe serokê komeke lêkolînan. Di destpêka 1950'î de dest bi xebatê li laboratûarên Hanford and Savannah River dike.

Reines di jiyana xwe ya zanistiyê de li gelek mijarên fîzîkê dikole. Li ser neutronan, protonan, elektronan radiweste. Dîsa sûpernova û keşfên nû yên stêrzaniyê ji mijarên xebatên wî bûne.

Sala 1988'î bûye profesor. Zewicî bûye û du zarokên wî hebûne (Robert G., Alisa K. Cowden).