Galdîrîk
Xuyakirin
Galdîrîk navê xwarineke lazan e. Bi pincara ji çiyan tê berhevkirin galdîrîkê tê çêkirin. Ev pincar ji koma Borago officinalis a ji malbata boraginaceaeyê ye. Li Kurdistanê li cihên germ, parêzgehên başûr tê dîtin. Li herêma Deryaya Reş a Tirkiyeyê tirk jî ji lazan fêrî vê xwarinê bûne û navê galdîrîkê guhertine, kirine kaldirik, ango tirkîze kirine.
Berkelî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1 kg riweka galdîrîk
- 2 serî pîvaz
- 3 hêk
- 1 KX (kevçiyê xwarinê) merge
- Xwê û îsota reş (filfil)
- 1/2 SA (stekana-qedehe avê) rûnê ron (runê riwekan)
- 1 SA şîr
Çêkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Galdîrîkê bişon, ava wê bidarivînin û hûrik hûrik hûrbikin. Pîvazan jî hûr bikin di quşxane yan verokekê de biqelînin. Mergeyê berdin navê û tevdin. Hêkan biçelpînin navê, dîsa tevdin. Galdrîrîka hûrkirî tevlî bikin, xwê û îsota reş pê werbikin. Şîr bedin serê, bi qasî çend deqeyan tevbidin, derxûnê bigirin, hinekê bidin sekinandin. Êdî dikare were ser destexaneyê.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |