Geltûrî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Geltûrî, hin kes dibêjin berekeke eşîra celaliyan e, hin kes jî dibêjin eşîreke serbixwe ye. Li gorî tahrîr defterî ya Dewleta Osmanî, geltûrî di salên 1500î de li Amedê bûne. Mela Mehmûdê Bazîdî jî geltûriyan wek eşîreke di bin banê Konfederasyona Zîlan de dide. Geltûrî li Îdir, Agirî, Qers û Erdêxanê dijîn. Geltûrî piştî koça ji Amedê pêşiyê li rojhilatê Kurdistanê bicih dibin. Paşê ji wir têne devdora Bazîdê û ji eşîra redkî daxwaziya cih dikin. Begê eşîra redkî, Eleşref Beg wan li hin gundên Îdirê bicih dike. Bi demê re li bajarên cîran jî cih dibin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]