Qers
Ji Wîkîpediya
Qers, bajarekî bakurê Kurdistanê ye. Qers di nav sînorên komara Tirkiye de dimîne.
[biguherîne] Cihê cografîk û tixûbên bajêr
[biguherîne] Taybetiyên erda bajêr
Pivana erda bajêr 18557 km² ye. Erda herêmê % 38,2 wî ji çiyan,% 111 ji deştan û % 50,7 wî jî ji platoyan pêk tê. Li erda herêmê tene, kartol, kixsên şekir, pembo, genim,ceh û goringe tên çandin.
[biguherîne] Îklîm (Av û hewa)
Bajarek sartîrîn ji yên Kurdistanê ye. Li herêmê îklîmek reşayî û zozanî heye. Îklîma Sibîryayê jî tesîra xwe li herêmê dike. Zivistan li herêmê dirêj û sar, havîn jî hênik û kin derbas dibin.
[biguherîne] Nifus (1997) û navçeyên bajêr
- Navend 125226
- Aqyaka 12905
- Zarûşad (Arpaçay) 23665
- Digor 23834
- Kaxizman 41668
- Sariqamiş 57228
- Selim 23840
- Cilawûz (Susuz) 14617
Tevayiya nifûsa herêmê (tevli gundan) 468357
[biguherîne] Çiyayên herêmê
Kismek ji Çiyayê Agirî (5123 m) jî dikeve hundirê sînorên herêmê. Çiyayê Zor (3196m), Kisir (3197m), Kopîl (3120 m) û Sibhan (sîpan)(2909m)
[biguherîne] Deşt, zozan û gelî
Geliyê Aras; Ji zozanên Tekmanê û Pasinê dest pê dike. Deşta Îdirê jî ji vê geliyê dest pê dike. Deşt di navbera çiyayê Agiriya biçûk û mezin de ye. Mezinbûna wî 650 km² ye.
Deşta Qersê; Ji çend deştan (Zarûşad, Qers, Xançerî, Aqçaqele) pêk tê. Mezinbûna deştê 2500 km² ye.
Deşta Erdêxanê; di nav geliya Kura de ye. Mezinbûna deştê 180 km² ye.
[biguherîne] Çem û Gol
Çemê Aras, Ji çiyayê Bingolê dertê û ji Erziromê dikeve tixûbên Qersê. Çem diherikeBehra Hezarê. Çemê Arpa jî şaxek çemê Arasê ye. Çemê din yê herêmê jî Qers û Kur e.
Li herêmê çend golên tabîî jî hene. Wek; Çildir (120km²), Aygir (3 km²) û Xozapîn ( 27 km²)
[biguherîne] Serwetên bin erdê
Li herêmê ji bin erdê lînyît, asbest, perlît, xwê û malzemên tûxla û kiremîdan dertên.
[biguherîne] Babetên heywanan
Li golên herêmê mahsî hene. Li çiyan gur, rûvî, semasî, darbir, hirç û teyrên kovî wek werdek, kev û qaz jî hene.
[biguherîne] Dîn (ol) û civak
Piraniya nifûsê ji Musulmanan pêk tê. Li herêmê kurden Êzdî jî hene. Wana cî û warê xwe terk kirine, dewleta Tirkan ewana ji gundê wan derxistine. Gundên wan giredayî navçeya Qulpê ne. 7 ji wan gundan ev in: Saribilax, Tendurek, Qeranix, Badilî, Qazîqopran, Civanî, Heşerî. xiristiyan jî li gundên Posofê "malakan" hene. Ciwaka herêmê ji Kurd, Azeriyan pêk tê.
[biguherîne] Xwarinên herêmê
Dolmên Sêvan; Sêv tên perçekirin û hundirê sêvan bi şekirê pûdra û gûz tên tijekirin û devê wan tên girtin. Di siniyek de tên rêz kirin, rûnê nivîşk, av bi ser tê reşandin û tê kelandin.
Daşkifte; Kîloyek goştê hêtê çar perçe tê jêkirin û tê kutandin. Çar serî pîvaz bi goşt re tê lihevxistin. Qedexek lepa birincê yan jî nok, xwê û îsota reş dikeve navê. Malzeme dibe çar perçe, her perçeyek di hundirê kulmê de tê giroverkirin û hêkek kelandî dikeve navê û bi încasên hişk (mişmişên reş) dora goşt tê girêdan. Di avê de tê kelandin û dema servîs dibe kifte tê perçe kirin.
[biguherîne] Kincên herêmê
Jinên herêmê "leçek" , "vala" yan jî "qalax" didin serê xwe. Keçên ciwan yê herêmê, fîstanên kin (dayra) heta ser çongê û berdilek ji li ser fîstan li xwe dikin. Îşlik (pîlatî) bê qumçe û yek perçe ne. Di bin fîstanan de, şalwarek (tûman) tê li xwe kirin. Gorên kin, çarox yan jî galoş jî di lingan de tên bikaranîn.
Di serê zilaman de şewqe, "papak" yan jî "qabalak" heye. Îşlik (koynek) milê wan dirêj û bi yaxe ne. Êlekên zilaman bi çil qumçukan ve tê girêdan. "Gazekî" çakêtên dirêj yên zilaman e. þalwar (zikwa), jêra wan teng jora wan jî fireh e. Di nigan de gorên ji hirî û pêlavên ji çermên zirav (civekî) yan jî cîzmên dirêj hene.
[biguherîne] Nav û kronolojiya bajêr
Di dema Hîtîtiyan de navê herêmê "Ermania" bû. Navek bajar yê kevn jî "araks" û "Karask" bû. Di êzimanên gurci de mehna gotina "Qers" "derî yê bajar"e. Gelek ji gundiyan ji rojên pir sar û hişk re "Qers" dibejin.
[biguherîne] Kronolojî
[biguherîne] Berî Îsa (zayîn)
- 900 dema Urartiyan
- 560 - 550 dema Medan
- 550 - 531 dema Persan
- 189 - 64 hukumdariya Araks
- 64 dema Romayiyan
[biguherîne] Piştî Îsa (zayîn)
- 193 dema Arsakiyan
- 642 dema Ereban
- 657 - 1053 dema Bîzansiyan û Ereban
- 1053 dema Selçûkiyan
- 1124 1239 Þerê di navbera Gurcî û tirkan
- 1534 dema Osmaniyan
- 1604 dema Safafiyan
- 1616 dema Osmaniyan II
- 1807 dema rûsan
- 1828- 1920 Þerê navbera rus û tirkan
[biguherîne] Ciyên turîstîk, tarîxî, û gerê
Herêm bi zozan, gol û hewa ya xwe yê paqij bi nav û deng e. Herêm ji bo spor û aktivitetên zivistanê ji musaîd e. Germav jî li herêmê wek ciyên vehêsanê ne. Kela Qersê, Xerebê Anê dêr û mizgeftên herêmê ji wek ciyên tarîxî, ji alî gel ve tên ziyaret kirin.
[biguherîne] Navdarên Qersê
- Neçoyê Babasî (Neçoyê Cemal)
|
|
|
|---|---|
|
Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Amûde | Banê | Bazîd | Bidlîs | Bokan | Cizîre | Colemêrg | Çewlîg | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hesîçe | Hewlêr | Kamyaran | Kerkûk | Kirmaşan | Kobane | Mehabad | Meletî | Mereş | Mêrdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Selehedîn | Semsûr | Serdeşt | Serê Kaniyê | Sêrt | Seqiz | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şino | Şirnex | Tirbespî | Urmiye | Wan | Xaneqîn | Zaxo |
|
|
|
|
|---|---|
|
Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Enqere | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bidlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | Stenbol | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dêrsîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce |
|

