Erdêxan

Erdêxan
Ardahan
Erdêxan li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Erdêxan
Erdêxan
Erdêxan (Tirkiye)
Nexşeya parêzgehê
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Erdêxan (parêzgeh)
Serbajar Erdêxan
Demografî
Gelhe 40.875 (2015)
Erdnîgarî
Koordînat 41°6′40″Bk 42°42′8″Rh / 41.11111°Bk 42.70222°Rh / 41.11111; 42.70222
Dem (UTC) UTC+2
Dîmenek ji bajarê Erdêxanê

Erdêxan yan jî Erdêhan, bajarrekî bakurê Kurdistanê ye. Erdêxan di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de dimîne.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka Erdêxanê heta 753 berî zayînê aşkere ye. Keyserê ûrartûyan Sartûr ev herêm kiriye bin desthilatdariya xwe. Herêm nêzikî Qefqazê ye. Ji ber wê gelekî car Erdêxan tûşî êrîşan hatiye. Gurcî, îranî, ûris hwd gelek caran herêm xistine bin kontrola xwe. Beriya avabûna Komara Tirkiyeyê niştecihên herêmê 90% kurd bûn. Herêm di sala 1479'an de cara yekem ji aliyê osmaniyan ve hatiye dagîrkirin. Osmaniyan misilman û tirkên Asyaya Navîn anîne li vir bi cih kirine. Lê herdem hejmara kurdan zêdetir bûye. Di sala 1855'an de dewleta Osmanî zagonek derxistiye û dest daye ser hemû milkên ermeniyan. Gelê ermenî herdem li dijî barbarîzma tirkan serî hildaye. Di Terteleya Filehan de, bi tevayî ermeniyên herême hatine qirkirin û koçberkirin. Herêm gelekî caran bûye qada şerê ermenî û tirkan, osmanî û ûrisan, osmanî û gurciyan, osmanî û îraniyan û kurd û tirkan. Di Serhildana Agiriyê de kurdên herêmê alîkariyeke mezin dane Îhsan Nûrî Paşa. Heta sala 1923'an Erdêxan herdem bûye kelema pêş çavên tirkan. Piştî şikeştina serhildanên Kurdistanê dûgela Tirk polîtîka pişavtinê (asîmîlasyon) bi xurtî meşandin û Erdêxanê jî ji vê polîtîkayê para xwe girt.

Nifûsa navenda Erdêxanê 40.875 e[çavkanî hewce ye]. Bi tevî navçe û gundên xwe hejmara niştecihên Erdêxanê 137.300 e[çavkanî hewce ye]. Aborî li ser çandiniyê ye. Hilberîna penêr, xwedîkirina mozhingiv navdar e. 70% ji gel li gundan dijî û radeya pirrbûna nifûsê pirr kêm e. Niştecihên herêmê bi kurmancî diaxivin. Herwekî terekeme, azerî û pirr hindik gurcî û ecem jî hene.

Navçeyên Erdêxanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Erdêxan xwedî gelekî bermahiyên dîrokî ne. Dêrên filehan ên ku hatine rûxandin, kelheyên ûrartûyan, pire, kanî hwd gelek in.

Navdarên Erdêxanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]