Gotûbêj:Dengiza, Stewr

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Slav, Kî guherand nizanim lê navê rastî "Dengiza" ye gundekî Stewrê ye û di navbera DÊrîş,quzêrîb û stewrê de ye. Dengîzan çewt e,kes vî navî bikar nayne..

Silav... min guhart, li min bibore... bê guman navê gundî wek tu dibêjî Dengiza ye, yanê, bi bilêvkirina xelkî. Xelk jî dibêjin "navê gunda", "sererastkirina nava", "zimanê Kurda"; lê nivîsîna rast a ev e: navê gundan, sererastkirina navan û zimanê Kurdan e, ne usa? Bi eynî awayî, heke ez ne çewt bim, Dengiza, Dengizan e (min navê wê wisa dît, bi tîpên osmanî)... Ji aliyekê din, navê Ewîna ne wisa ye, ne Ewînan e; min navên Ewîna, Ewîne, Evîne dîtin... spas ji bo rexneya te --MikaelF 09:50, 28 rezber 2009 (UTC)

Hevalê heja, Tu xweş û baş dibêjî lê referansa rastiyê bi qeneeta min divê tenê bilêvkirine gel be.Heger em zimanê Osmanî bikin rêber dibêtiye xepandina me û çewt nivîsandina me wê zêde be.Heger referansa me erebî be em'ê peyva "Kurd" bi hawê "Kirad" binivîsînin qey? Tu dikarî di nava parantêzê de navên kevn yên osmanî nîşan bikî lê li gor min osmanî ji bo rastnivîsê esas neyê girtin.Slav...--Cîrano 10:58, 28 rezber 2009 (UTC)

Silav... baş e, Dengiza bû gotara serekî. Qewet be... spas. -- MikaelF 12:08, 28 rezber 2009 (UTC)
Dîsan rojbaş... emê çi bikin ligel van gundan: Elfa (Elfan), Menda (Mendan), Qewsa (Qewsan), Tizya (Tizyan), Zivinga Menda (Zivinga Mendan). Wekî Dengiza ne, ne usa? Silav --MikaelF 12:14, 28 rezber 2009 (UTC)

Hevalê hêja ez ne pisporê navê gundan im.Ji bo ku merev bikaribe rast binivîsîne divê wateya wan merev dizanibe.Bi rastî ez wateya navê van gundan yekî jî nizanim.Demxweş be...--Cîrano 14:45, 28 rezber 2009 (UTC)

Hevalê hêja, gelek spas ji bo bersivdayîna te, li min bibore, hewiya te nehat... tu ji me bashtir navên van gundan dizanî, ji bo vê hindê min ewqas pirs dikir... dîsa spas! --MikaelF 08:42, 29 rezber 2009 (UTC)
Wêneyên te ku ez gelek diecibînim yên bi navê Kund û Diranzêr in, gelek balkêsh in! Ev wêneyê kundî te ku derê kêshand? Xwezika te ji bo gotarên xwe wêneyên gundan jî hebûna... ;)... bi silav û rêz --MikaelF 08:42, 29 rezber 2009 (UTC)

Slav ji nû ve.Te li kîjan malperê li wêneyên min nihêrt bi rastî nizanim. Wêneyên gelek gundan axilbe(nexasim) yên gundên Bismilê û Stewrê bi min re he ne.Lê ez ji heqî barkirinê derneketim. Bi demê re ez'ê gişan barkim.Demxweş...--Cîrano 18:11, 29 rezber 2009 (UTC)