Gotûbêj:Hawpa

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

@Avestaboy, MikaelF, Bikarhêner, Ghybu, Gomada, û Penaber49: Ev gotar wekî reklama komê hatiye nivîsin. Eynî gotar li ser ckb:ھاوپا hatibû nivîsin û jêbirin. Gelo em ê reklama neonaziyan îzin bidin? Were jêbirin ne baştir e? --Balyozxane (gotûbêj). 18:45, 18 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]

Silav Balyozxane . Heke gotar bêalî be ew ne problem e . Armanca Wîkîpediyayê tomarkirina zanîna tevahî ya cîhanê ye ( bi awayekî bêalî). Belavbûna reklam û propaganda ema qedexe ye . Gelo ew gotar li gorî te reklam û propaganda ye ? Avestaboy (gotûbêj) 19:48, 18 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Sedî sed wek reklam hatiye nivîsin. --Balyozxane (gotûbêj). 19:55, 18 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Eger kesek karibe reklamê jê bibe, bila bimîne. Wekî din nabe ku bimîne. --Balyozxane (gotûbêj). 20:02, 18 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Bi her awayî jêbirinê heq dike. Jixwe bi tercimeyê hatîye çêkirin ku tercimeyeke xelet e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:57, 18 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane@Penaber49@MikaelF
Hawpa wek mijar ne qedexe ye . Lê aniha ez texmîn dikim ku ew nivîskar neteweperesteke kurd e ku bi faşîzmê sempatî dike . Di beşa îkonografî wêneyê xalîçek hebû ku wek Xalîçeya Hitlerî hatibû bi nav kirin. Xalîçe jî ema berî zayina Adolf Hitler hatiye çêkirin. Lewma min di vê cihê de Xalîçe bi svastîkayê nivîsand. Her wiha tê angaştkirin ku Remzî Nafî û Refîq Hilmî wekî faşîst dihatin hesibandin û bi Almanyaya Naziyan hevkarî kiribûn ( Operasyon Mammut). Gelo ema mirov dikarê tenê ji bo vê hevkariyê Remzî Nafî wek faşîst bihesibîne  ? Li gorî vê mentiqê serokê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed jî Komûnîst bû. Ji ber ku komar serî de bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetê hatibû damezrandin. Operasyon Mammut jî jixwe bi ser keftî nebû . Lewma çavkaniyên pêbawer tun in ku Remzî Nafî faşîst bû . Belkî ew tenê pragmatîst ( feydeperest) bû ku tenê Kurdistaneke serbixwe dixwest . Avestaboy (gotûbêj) 11:15, 19 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]