Gotûbêj:Lîsteya cureyên seyan

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kuçik an seg ?[çavkaniyê biguhêre]

Êvar baş @MikaelF , @Penaber49 û @KelêÛxelfetî . Hûn çawanin ? Ez peyva seg ji ferhengan nas dikim. Lêbelê ew li memleketê min qet nayê bikar anîn. Em dibêjin kûçik. Hûn li ser vê yekê çi difikirin? Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 19:36, 12 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav Avestaboy li herêma serhedê navê Seg min jî nebihîstiye. Bi gelemperî nav wekê Se tê bikaranîn. Kuçik yan jî Cewrik ji bo Seyê ciwan, Wîtik jî ji bo têjikên Seyan ku hêj şîr vedixwe tê bikaranîn. Penaber49 (gotûbêj) 20:02, 12 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy û Penaber49: dembaş hevalên hêja, hûn çawan in, baş in? Di vî warî de, min jî di destpêkê de "kûçik" nivîsandiye, lê piştre min li nivîseke mamoste Zeynelabidîn Zinar dît li ser segan, dibêje: "Navê wan [segan] bi giştî seg e û navê ya mê dêlik e. Ji bo segên bêxwedî, kûçik û tûle têne gotin." Ji lew re, min sernavê gotarê guhert û niha peyva "seg" bi kar tînim. Silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 06:43, 14 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]

Ez hatibûm gotebêjên bikim.û bêjim ku tevahiya kurmanc dibêjin "kûçik". lê min ev gotebêj dît . kesanê wek penbar û MikeaIF bûn gûya di Wîkîpediyayê kurmancî de. bi kêfa xwe heval ji wikipidia derdixin. û li vê derê kar dikin, li ser wê yekê ku kurmancî xirab bikin û peyvên soranî danin.bi tinê da nêzîk soranî bibe. mirovên ew qas bê şerim û bê rûne. nizam li vê darê çi dikin û çima naçin li wikipidia soranî kar û xebatên xwe nekin. kesakî wek penaber bila li pêşiyê here xwe fêrî kurmancî bike ji nû de were bêje ez ji serhadê me. Rojhat92 (gotûbêj) 22:25, 19 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav Rojhat92, ji kerema xwe hay ji zimanê xwe hebe. Tu dikarî derdê xwe bi zimanekî şîrîn bidî fêhmkirin. Heke careke din bi zimanekî wisa xeber bidî, tu yê bêyî astengkirin. Herwiha van hîman bixwîne! Bimîne di xweşiyê de! —Gomadapeyam 11:40, 21 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Spas ji bo rexneya te. Ez nizanim çi bêjim... MikaelF (gotûbêj) 12:31, 20 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy, Penaber49, Gomada, Ghybu, Ferrus, Bikarhêner, û Biyolojiyabikurdi:@Pispor, Mors maku, û Rojhat92: Ma ramanên we di vî warî de çi ne? Tiştekî ku ez baş fem nakim ew e, ku carina hin bikarînerên nû bi awayekî tûj hin bikarînerên din ên çalak dest bi rexnekirinê dikin, ku em Wîkîpediya kurdî xera dikin, ku em egerên xirakirina zimanê kurdî me, em bi kurdî nizanin, em bikarînerên din derdixin û hwd... Hûn di vî warî de çi difikirin, ma divê em ji Wîkîpediya kurdî derxin, winda bin, ji vir hiltirin? Ez li bendî hizrên we derbarê vî mijarî de dimînim. --MikaelF (gotûbêj) 17:26, 20 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF: Mixabin, ev zimanê nexweş dide xuyakirin ku di nav kurdan de gelek kes nikarin dan û standineke normal bi mirovên din re bikin. Nizanim çima, lê ev demek e Wîkîpediya weke qada şer lê hatiye. Dibe ku hinek ji bikarhêneran hevdu li ser platformên din nas dikin û gengeşeya xwe tînin vir. Lê bawer nakim ew kes te nas bike. Ev çend sal in xebatên te yên li ser Wîkiya me dizanim û taqîb dikim, lewma hêvî dikim tu guh nedî kesên wisa û xebata xwe bidomînî. Qewet be ji we re!—Gomadapeyam 11:31, 21 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Kûçik, seg an se? --MikaelF (gotûbêj) 17:36, 20 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Bi ya min se, anku lîsteya cureyên seyan baş e.—Gomadapeyam 11:31, 21 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav Rojhat92, jiber ku te gelekî tevlihev nivîsiye bi rastî min ji gotin û peyvên te baş fem nekir. Lê ji ber vî axaftina te gihîştim vê fikrê ku tu hêj nikarî bi civakan re pêwendiyê pêk binî. Dibe ku tu kesekî nezan bî lê ev hincet nîne ku tu bê li vir heqaretan li min yan jî li kesek din bikî. Kesên ku tu rexne dikî bi dehan sale ku li vir xebatan dimeşînin. Tu hêj nikarî hevokek binîvîsî hatî li ver hem rexne hem jî heqaretê dikî. Mixabin divê yan tu werê astengkirin yan jî hişyar kirin.
Silav Ghybu ji kerema xwe di derbarê heqareta vî kesê biryarekî bidin.
Silav MikaelF, Se yan Seg êdî çêtir e. Peyva kuçik, cewrik, wîtik ji bo seyên ku nû jidayîkbûne tê bikaranîn. Bi silav û rêz. Penaber49 (gotûbêj) 18:32, 20 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 , @MikaelF û @Rojhat92 ji kerema xwe re şer nekin . Lê mixabin li ser zimanê kurdî û zaravayên wî zêde ne hatiye lêkolîn kirin. Kurd ne xwedî dewleteke serbixwe ne û zimanê wan tê stemkirin .Herwiha, hin peyvan bi wateyek cuda ne .Mesela peyva cil di Serhedkî de tê maneya xalîçe û çek jî ne çek, wateya tişt e. Di kurdiya standard de ev peyv bi wateyeke cuda ne. Herwiha hin peyvên soranî an jî goranî jî ketine nav kurmancî ( wek mînak jiyan , wêje , wane , pênûs , pêwîst hwd. ). Zimanê kurdî ne tenê kurmancî ye . Seg jî peyveke kurdî ye. Mînak peyva segmasî heye. Ev peyv li seranserê Kurdistanê tê bikaranîn. Lê li Bakurê Kurdistanê em ji bo heywanê peyva kûçik bikar tînin. Li ser Wîkîferhengê ji bo vê ajal ( dog) kûçik û se hatiye nivîsandin. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 19:44, 20 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49: Niha feydeyê astengkirinê tine ye. Herwiha, heger ez hemû Bikarhênerên nû yên ku heqaretê dikin asteng bikim, ti kes namîne: pirr guh medin. Nizanim, berê vitira nebû... Ghybu (gotûbêj) 01:35, 21 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Temam e spas dikim @Ghybu: Penaber49 (gotûbêj) 16:55, 21 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Ez jî ji bo bersivên we spas dikim. Bi silavên germ. --MikaelF (gotûbêj) 17:23, 21 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Êvar baş hevalno @MikaelF , @Ghybu, @Gomada , @Penaber49 û @Rojhat92
gelo hevalê @Biyolojiyabikurdi çi dike ? Belkî ew dikare alîkariya me bike . Avestaboy (gotûbêj) 18:40, 21 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Peyvên almanî...[çavkaniyê biguhêre]

@Avestaboy, Penaber49, û Gomada: hûn çawa ne, baş in? Hûn baş bi almanî dizanin, ne wilo? Gelo hûn dikarin alîkariya min bikin, ji kerema xwe re. Di warê portê kûçikan de ye, bi almanî dibêjin: Haar (yê kûçikan), Stichelhaar, Kurzhaar, Langhaar, Drahthaar. Ez bi çend zimana dizanim çi ye, lê mirov bi kurdî çi dibêje? Silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 10:34, 25 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav MikaelF, baş im spas. Stichelhaar-Pirçşujin Kurzhaar-Kêmpirç, Langhaar-Bipirç, Drahthaar-Tapirç. Min wiha werger kir. Silav @Avestaboy:, tu jî dikarî wergera van peyvan bikî? Penaber49 (gotûbêj) 16:27, 25 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]