Gotûbêj:Zatşêx

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Wêneyê manastra Hayan a we bikaraniye, ne li Dêrsimê ye? Çi elaqeya wê bi Gimgimê heye? Hinek dixwazin dîroka Gimgimê bi Ermeniyan ve girêbidin, lê di destên wan de delîl nînin. Navê Varto ji eşîreka kevn a Îraniyan (Kurd ûêd) a bi navê vartan/an tê. Niha jî ev eşîr heye û Kurd in. Ez viya baş dizanim, dikarim navên gundên ev eşîr lê dijî jî binivîsînim. Erê vart wekî peyv bi Ermenîkî dişibe bêjeya kulîlk. Beriya Terteleya Filehan çend gundên Ermeniyan hebûn. Xelk hemiyan dizane. Nifûsa wan ti carî ji sedî 5 (5%) derbastir nebûye. Hin Zaza-Elewiyên herêmê jî ji Ezirganê hatine bicih bûne. Xêra xwe ji me re rave bikin ka ev wêne yê çi ye.. --Bablekan 09:39, 2 tîrmeh 2010 (UTC)[bersiv bide]

silav birêz Bablekan, ne', Dêrsima Mûşê (tr: Yelayan) nêzîkî Axûniyê ye... ev menastir ya Surb Garabedê ye, yan Glakayvank (bi tirkî Çangalli?) ev dikeve navbera Mûş û Gimgimê, aniha jê tu tişt nemaye ez bawer im... gelek spas ji bo vê agahiya te... heke te çend wêneyên parêzgeha Mûşê hebin, ji kerema xwe re bar bike em dikarin biguhêrin... spas --MikaelF 17:22, 2 tîrmeh 2010 (UTC)[bersiv bide]
Li vir binihêre: http://en.wikipedia.org/wiki/Saint_Karapet_Monastery

Hin navên gundan zêde ne yan ne girêdayî Gimgimê ne[çavkaniyê biguhêre]

Îlanlû-Înalî yek gund e. Geştamerd-Kestemerd yek gund e. Hin Zazakîaxêvên ji Ezirganê hatine tîpa "ş" wekî "s" bilêvdikin û dibêjin Gestamerd/Gestimerd. Stûkuran-Ûskura-Çaylar yek in. Min viya ragihdan. Rastiya navê gund Stûkuran e. Hin dibêjin Hustukuran, hin dibêjin Uskuran an Ustukuran. Goma Golgol-Goma Gorgo yek in. Şaxekê Rûbara Miradê di ber gund de ye. Bihureke mezin çêdike û bi biharan xeterdar dibe. Dibêjin gomên eşîrên koçber ên bi havînan diçin Şerefdîn û Bîngolê hebûne li vir. Biharan av radibûye û goman dixistiye navê. Xelkê ji ber wê gotine Goma golgolî. Hin wekî Goma Gorgol jî binav dikin. Qizil Mecîd (Mezra Xandilîsê) bawer nakim girêdayî Gimgimê be. Herwiha Mele Xidiran, Melhemî jî ne girêdayî Gimgimê ne. Şaş nebim, gundên Kopê ne. Îspîhan-Spehiyan yek in. Dadînan-Diyadîn yek in. Kes nabêje Diyadîn. --Bablekan 09:39, 2 tîrmeh 2010 (UTC)[bersiv bide]

...xwedè ji te razî be... zanîna te di vî warî de pir hêja ye, ezê li hêviya rexneya te bimînim. Şablona navçeyên Mûş û Milazgirdê hên ne temam in... bi silavên germ --MikaelF 17:22, 2 tîrmeh 2010 (UTC)[bersiv bide]