Gotûbêja Wîkîpediyayê:Ziman

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

@MikaelF û Penaber49: Silav, navên ziman bi vî avayî jî tên dîtin: {{#language:<kodê zimanî>|ku}} (li gor CLDRê tê çêkirin: [1])

Mînak:

{{#language:pt|ku}} --> portugalî
{{#language:qu|ku}} --> keçwayî

Herwiha, bnr. wikt:Wîkîferheng:Lîsteya zimanan Ghybu (gotûbêj) 20:11, 15 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav Ghybu, eger ku hewce bike ezê lê binêrim. Spas dikim. Penaber49 (gotûbêj) 20:18, 15 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]

Rojane bûna otomatîk[çavkaniyê biguhêre]

Silav Balyozxane, bira hêvîdarim ku tu baş bî. Di derbarê vê lîsteyê de pirseke min heye. Ev lîste rasterast li ser wîkîpediya tirkî jî heye û li wir hemî daneyên wîkîpediyan bi awayekî otonom bi xwe tê rojane kirin. Mînak li ser lîsteya wîkîpediya tirkî hêjmara gotarên wîkîpediya kurdî rojaneye lê li vir hêjmara çend roj berê wekê xwe sekinî ye. Tu dikarî xêra xwe sererast bikî? Penaber49 (gotûbêj) 06:33, 18 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]

Ew lîste li ser Wikimedia jî heye: meta:Template:List of wikis by project / All Wikipedias ordered by number of articles. Bi vê modulê (meta:Module:List of wikis by project) û bi botê li gor rûpelê tê rojanekirin. Bi min kurdîkirina rûpela Mediawiki baştir e wekî [2] @Bikarhêner:. --Ghybu (gotûbêj) 12:38, 18 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
PS: @Balyozxane: Te va dî: [3]. Li ser Lua jî ".get" heye min nezanibû... mînak: [4]. Ghybu (gotûbêj) 10:46, 18 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]

Rastnivîsa navên zimanan[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalno @MikaelF û @Penaber49 Aniha navên zimanên çewt an jî cûda hatine nivîsandin. Zimanê ketelanî wek katalanî , fransî wek frensî , portûgalî wek portugalî , inglîzî wek îngilîzî , almanî wek elmanî , rûsî wek rusî, ûkraynî wek ukraynî, serbî wek sirbî , ûzbêkî wek ozbekî , îslendî wek îzlendî hwd . Gelo hûn dikarin lîsteyê sererast bikin? Min bixwe xwest ez vê yekê bikim lê ez nizanim çawa bikim. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 11:13, 8 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav @Avestaboy, mixabin ez jî nikarim arîkariya te bikim, ez di vî warî de gelek nezan im. Li @Ghybu yan @Balyozxane bipirse, heke rûpeleke gotûbêjê hebe ku tê de mirov dikare pêşniyazên xwe bike. Bi dîtina min jî, li vê lîsteyê (https://ku.wiktionary.org/wiki/Wîkîferheng:Lîsteya_zimanan) çend nav bi çewtî yan bi hîperkorektî tên nivîsîn, wek esperantoyî, zuluyî, hwd... Gelek spas. MikaelF (gotûbêj) 14:54, 8 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Penaber49 û MikaelF:Li gor CLDRê (en:Common Locale Data Repository) hatiye çêkirin: [5]) (min li jor jî nivîsandibû). Erê, em ê lîsteyeke nû çêkin... --Ghybu (gotûbêj) 15:03, 8 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav ji te re birêz @Ghybu, gelek spas ji bo bersiva te. Heke tu arîkariya me bikî, em ê kêfxweş bana. Destxweş bî! MikaelF (gotûbêj) 18:33, 8 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav @MikaelF, Penaber49, û Avestaboy: Navên zimanan li vira sererast bikin: Modul:Ziman/lîste. Mînak, [6] Ghybu (gotûbêj) 03:48, 11 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Spas Ghybu ezê lê binêrim. Penaber49 (gotûbêj) 04:48, 11 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Gelek spas! MikaelF (gotûbêj) 08:28, 11 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Êvar baş hevalno @Ghybu û @MikaelF min hin navên zimanan sererast kir. Lê çima ya norwêcî nabe ? Ji ber ku norwecî çewt e . Norwêcî bi tîpa ê rast e . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 17:48, 11 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav Avestaboy. Modul:Ziman/lîste#L-405 (no): Modul:Ziman/lîste#L-391 (nb: en:bokmål) û Modul:Ziman/lîste#L-404 (nn: en:nynorsk) Ghybu (gotûbêj) 18:01, 11 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu Gelo çima li vir norwêcî/norwêcî 2 car He ye ( hêjmar 404 û 405) ?
https://ku.m.wikipedia.org/w/index.php?title=Modul:Ziman/l%C3%AEste&action=edit Avestaboy (gotûbêj) 18:26, 11 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Êvar baş hevalno @MikaelF , @Ghybu û @Penaber49 û @Bikarhêner . Gelo hûn dikarin gotarê sererast bikin ? Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 21:33, 12 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, @Avestaboy, @Penaber49, êvarbaş, min karê xwe li gel lîsteya zimanan qedandiye. Gelo em dibêjin ozbekî yan ûzbekî; ordûyî yan ûrdûyî?; oygûrî yan ûygûrî? Bi dîtina min, ûzbekî, ûrdûyî, ûygûrî baş e, hûn çi dibêjin? Kê lîsteya pêşîn amade kiriye? Bi rastî, karekî bêhempa ye, ser xêrê be. MikaelF (gotûbêj) 15:36, 15 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Gelek spas! MikaelF (gotûbêj) 15:40, 15 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Êvar baş hevalê @MikaelF tu çawanî ? Başî ? Bila navên zimanên di lîste û gotaran wekhev bin . Di gotaran de Ûzbêk û Ûzbêkistan hatiye nivîsandin. Ferhengên ku min dît di bin bandora zimanê tirkî de Ozbek , Ozbekî û Ozbekistan (bi tirkî Özbek ,Özbekçe û Özbekistan) dinivîsin. Helbet ferhengên min ne pirr in ango ez ne xwedî hemû ferhengên kurdî me . Zaravayên kurdî pirr in . Xebat xweş Avestaboy (gotûbêj) 16:03, 15 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav MikaelF, destxweş bî. ûygûrî, ûzbekî, ûrdûyî êdî çêtir e. Penaber49 (gotûbêj) 16:03, 15 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]