Ûzbêkistan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
O‘zbekiston Respublikas
Komara Ûzbêkistan
Ala Ûzbêkistanê Arma Ûzbêkistanê
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Serquyosh, hur o‘lkam, elga baxt, najot.
Uzbekistan on the globe (Eurasia centered).svg
Zimanên fermî Ûzbêkî
Paytext Taşkent (Ûzbêkî Toshkent)
41°16′Bk 69°13′Rh / 41.267°Bk 69.217°Rh / 41.267; 69.217
Bajarê mezin Taşkent
Sîstema siyasî Komar
 - Serkomar
 - Serekwezîr
Islom Karimov
Shavkat Mirziyoyev
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

447.400 km2
4,9
Gelhe
 - Giştî (2008)
 - Berbelavî

27.606.007 kes
61,7 kes/km2
Serxwebûn 1'ê rezberê 1991, ji YKSS de.
Dirav So‘m
Dem UTC+5
Nîşana înternetê .uz
Koda telefonê +998
Uz-map.png

Ûzbêkistan (ûzbêkî O‘zbekiston; fermî Komara Ûzbêkistan, ûzbêkî O‘zbekiston Respublikasi) welateka li Asya navîn de ye. Cîrantiya Ûzbêkistanê bi Qezexistan, Qirgizistan, Tacîkistan, Efxanistan û Turkmenistanê re he ye.

Erdnîgarî[biguherîne]

447.400 km² rûerda Ûzbêkistanê he ye, bi mezinahî xwe ew welata cîhaneyê 56an e. Direjhatiya welat ji rojhelat Gola Aralê de rojava heta Ferghanatal nezikî 1.200 km, firehî jî di başûr û bakur de 930 km e. Li başûr rojhelat Turkmenistan, li bakur Qezexistan û Gola Aralê, li başûr Tacikistan û li rojhelat jî Qirgizistan heye. Çi qas ji bo Gola Aral hereşekê hişk bûn heye û hin navçe xwe di sînorên Qezexistan de dima jî bi 43.000 km aqarê xwe ew gola herî mezin Ûzbêkistanê ye. Çiyayê herî mezin bi 4.300 m Çiyayê Beşton e.

Çem[biguherîne]

Di Ûzbêkistanê re du çemên mezin, bi 2.539 km çemê Amudaryo û bi 2.212 km an çemê Sirdaryo derbaz dibe. Amudaryo Efxanistan li çiyayên Pamir û Hindîkûş dize û li Tacikistan û Efxanistanê bi navê Pamîr tê navkirin. Amudaryo paş di sînorên Efxanistan û Ûzbêkistanê re derbaz bû şunda di paralela sînorên Ûzbêkistan û Qezexistan re derbaz dibe. Sirdaryo li Qirgizistan şunda dikeve Ûzbêkistanê paş Ferghanatal derbaz kir şunda dikeve Tacikistanê û şunda Ûzbêkistanê re derbaza Qezexistan dibe.

Hin çemên dinên Ûzbêkistan ewna ne;Surxondaryo, Qashqadaryo, Qarshi, û Zarafshon e.

Suruşt[biguherîne]

Li Ûzbêkistanê suruşta Suruşta Çol tê dîtîn. Havînan germ û bê barij e, zivistanan jî sar e.

Dîrok[biguherîne]

Parêzgehên Ûzbêkistan[biguherîne]

Parêzgehên Ûzbêkistan:

Uzbekistan provinces numbered.svg

Çand û huner[biguherîne]

Gel[biguherîne]

Gorî danen fermiyên 1993an de gelê Ûzbêkistanê wiha par ve dibe; %73,7 ûzbêkî, %5,5 rus, %5,1 tacîkî, %4,2 qezexî, %2 tatarên kirimî, %2 qereqalpakan, %1,1 koreyî ne. Li wan bêtir ew hindikenên kurd, ûygûrî, elman, azerî jî hene.

Ol[biguherîne]

Li gelî Ûzbêkistanê 88 % xwe misilmanên sunnî ne. 9% en xwe xristiyanên ortodoksên rus in. Li wan bêtir misilmanên Şî, xristiyanên zavên din û jî hene.

Bajar[biguherîne]

Bajarên Ûzbêkistanê herî mezin ewna ne: Taşkent (Toshkent) (nêzîkî 1.978.000 kes), Namangan (nêzîkî 432.500 kes), Samarqand (nêzîkî 319.400), Andijon (nêzîkî 318.500), Bûxara (Buxoro) (nêzîkî 247.700) û Nukus (nêzîkî 230.000) (di 2005 de)

Xiva

Girêdanên derve[biguherîne]