Grup Yorum

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Grup Yorum, bi kurdî tê wateya Koma Şîrovekirinê, komeke muzîkê ye ku li Tirkiyeyê bi tirkî, kurdî, erebî, çerkezî distirane. Ew di sala 1985an de ji aliyê çend xwendekaran zanîngehê ve hatibû sazkirin.

Endamên Grup Yorumê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şêwaza muzîka komê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kom muzîka protest û bi stranên xwe yên li ser şoreşgerî, azadî û biratiya gelan û nêrînên xwe yên sosyalîzmê hatiye naskirin. Albûma xwe ya pêşîn bi navê "Siyrilip Gelen" di sala 1987an de derxistiye. Wan "bi şêwazê kevneşopa Ruhi Su dest bi muzîka xwe kirine û dûv re bi awayê Zülfü Livaneli domandine".

Bi qasî muzîkê kom, tevlîbûna bizavên polîtîk, grev û şanoyan jî dibû û ji vê sedemê gelek caran binçavî, cezayê bendîxaneyê û êşkence didîtin.

Stranên wê yên bi kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di albumên xwe de stranên bi kurdî wek Em ne binketî ne, Herne Pêş, Herdu Çawên Min, Govenda Gelan pêşkêşî hezkiriyên xwe kirine.

Albûmên Grup Yorumê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Sıyrılıp Gelen (1986) Derketî û hatî
  2. Haziranda Ölmek Zor / Berivan (1987) Di hezîranê de mirin dijwar e / Bêrîvan
  3. Türkülerle (1988) Bi stranan
  4. Cemo / Gün Gelir (Rojê were) (1989) Cemo / Wê roj were
  5. Gel ki Şafaklar Tutuşsun (Were ku berbang pêkevin) (1990)
  6. Yürek Çağrısı (Banga Dil) (1991)
  7. Dünden Yarına (Ji duhan berî bi sibêyan) (1991)
  8. Cesaret (Wêrekî) (1992)
  9. Hiç Durmadan (Bê rawestan)(1993)
  10. İleri (Pêşve) (1995)
  11. Geliyoruz (1996) Em têne
  12. Marşlarımız (Sirûdên Me) (1997)
  13. Boran Fırtınası (Bahoza Bager) (1998)
  14. Kuçaklaşma (Hembêzkirin) (1999)
  15. 15. Yıl Seçmeler (Bijartiyên Salvegera 15an) (2000)
  16. Eylül (Îlon) (2001)
  17. Feda (Gorî) (2001)
  18. Biz Varız (Em hene) (2003)
  19. Yürüyüş (Meşîn) (2004)
  20. Yıldızlar Kuşandık (Me Stêrk li xwe pêçan) (2006)
  21. Başeğmeden (2008)
  22. Halkın Elleri (2013)
  23. Ruhi Su (2015)
  24. İlle Kavga (2017)

Binêre ĵî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]