Haydarî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Haydarî bi nanê biqatix

Haydarî, cure mezeyek ji pêjgeha kurd û gelê cîran e. Ji ber ku tê de sîr, biharbêhn (biharat), îsota sor û ya dîrêj heye, dema mirov pirr bixwe dikare xurdangiya (madeyê) mirov biêşîne, devê mirov bişewitîne, ev nav girtiye. Ango "hay ji xwe hebe, haydarê xwe be". Li tevahiya herêmên Kurdistanê ev meze tê zanîn.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Mastê parzûnkirî
  • 3 serî sîr
  • 3 kevçî penîrê spî yê reşkerkirî
  • Xwê (sol)
  • Pûjana (tihtavik) hişkkirî
  • Reşke (kemyon, zîre / zure)
  • 1 fîncan rûnê zeytê
  • Îsota sor
  • Îsota dirêj (li ser daxwazê)

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sîra xwe bikutin. Penîrê rêşkerkirî, mastê parzûnkirî, pûjan, rûnê zeytê, reşke û xwêyê tevlî bikin, tevdin.

Bi kêfa xwe îsotê dirêj ziravane tîke bikin û bixin ser. Îsota sor pê werbikin û bînin ser destexaneyê.