Wêje

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Portreyê jinekekî (Ivan Kramskoi, 1881)

Wêje an jî edebiyat ji hunera ku bûyeran, ramanan, hesteyan û xeyalan bi şiklekî bedew/estetîk bi rêya ziman îfade dike re tê gotin. Edebiyat tê maneya/wateya hewldana nêrînek berfireh û gerdûnî, bilindkirina merhamet û hezkirinê. Edebiyat bêyî maneya her tiştên ku hatine nivisin jî, ji hinek tiştên nenivisî re jî edebiyat tên gotin. Mîna kilamên kurdî yên bi devkî, destan û hwd. Deqên/tekstên nivisîn û nenivisîn ên hunerî berhemên edebî ne. Di vê dema me de êdî nivisandin pir hêsan e. Loma ji bo parastina berhemek edebî nivisandin bûye tiştek zerûrî. Niviskar bi herfan nêrîn, hest û xeyalên xwe bi awayek hunerî dineqişîne û digihîne xwendewanan. Her niviskar berhemên xwe bi zimanekî dinivîse, pir caran jî bi zimanê xwe yê zikmakî.

Mijara edebiyatê[biguherîne]

Edebiyat tekilîya wê her tiştî û her bûyerê re he ye. Mijara edebiyatê însan û jîyan e. Edebiyat her dem dixwaze ku tenêtîya însan, tengasîyên wî, evînên wî, kederên wî, nefretên wî, hemû heste û xeyalên wî; ango însan ji însan re salix bide û pê bide nasandin. Tu ferqîyê nake di navbera gel û mirovan. Alîyên wan ên baş û nebaş, rind û xirab, rast û şaş; bi her alî ve duxwaze ku derxe holê. Edebiyat dike ku hevparîya qedra ruhên însanan îzah bike, ji hev bide naskirin û bide berhev, ji wan re bibe neynik. Bi vê xisletê xwe edebiyat gerdûnî ye. Niviskar kesên ku kilîta xezneya ziman di dest de ye. Ew bi nivisê peyîvên di xeyalan wî de difirin bi rêkûpêk û nîzamî dide berhev, dixemlîne, dinivsîne. Bi wan xeyal, raman, derd, kul û keserên xwe tîne ziman. Di vê hewldanê de derûdora xwe îstîfade dike, tûrê xwe berdide bin bîra dilê xwe, wan bi tecrûbeyên xwe, bi ramanên xwe, bi hesteyên xwe, bi xeyalên xwe, bi h^vîyên xwe cûrecûr dixemlîne û pêşkeş dike. Niviskar bi uslûbek xweşik behsa însanan dike. Bi hunerî însan jî însanan re tarîf dike.

Edebiyat û civat[biguherîne]

Mîna hemû beşên hunerê edebiyat jî di nav civatê de peyda dibe, bê civat nabe. Edebiyat ruh dide civata ku di nav de derketî ye, hişê/şiûra wan teze dike, zelal dike, tamir dike, tedavî dike. Ji bona fêmkirin û lihevkirinê zemîn peyda dike, amade dike û serrast dike. Li gor hewcîyên ciwatê pêşîya wan ronî dike, ji wan re dibe rêber. Edebiyat ziman û çanda wan berfireh dike. Berhemên edebî bi misogerî/qethîyen ger nekeve bin xizmeta îdeolojîyan/bîrdozîyan û siyasetê. Edebiyat nebe hedî hedî hestên civatê kol dibin, mirovên di nav civatê de bê xem û bê hîs dibin, her yek ji alîyê xwe yê nebaş re dikeve bezê. Edebiyat qirş û qalên jîyanê li ser dide alî, dixweze eslê însan nîşanî mirov bide.*

Wêje an edebiyat an jî lîteratûr bi wateya xwe ya berteng navê hevparê yê helbestvaniyê û pexşanê ye. Di wateya berfireh de wêje têt maneya her tiştê ku hatiye nivîsîn.

Wêje dikare li ser du beşan bêt parvekirin:

Ev nivîsar li ser wêjeya spehî ye. Bo wêjeya zanistî, binêre nivîsara li ser Wêjeya zanistî.

Wêjeya spehî[biguherîne]

Deqa xweşik, xweş, xwediyê taybetiyeke hunerî û bi armanca têrkirina xwendevan a bi vî rengî nivîsîn, an jî ku ne xwediyê armanceke wisa be jî ji alî teşe û naverokê ve xwediyê van taybetiyan, wekî wêje tê binavkirin. Wêje awayekî vegotinê ye. Wekî hunerê vegotina dilîniyan a xweşik û bi bandor jî tê binavkirin. Ji bo deqek (tekst) wekî berhemeke wêjeyî bête pejirandin, divê xwediyê nirxekî hunerî be.

Wêje bi giştî dibe du cure.

Ji berhemên nivîskî û devkî yên mîna helbest, çîrok, roman, destan, zargotin, zêmar, stran, şano û hwd. yên ku bi mebesta çêjeke gewzîn bide guhdar û xwendevên û cîhana wî/ê ya nîgaşî bixemilîne, hatibe nivîsandin re “wêje” tê gotin. Wêje, şêweya vegotinê ya herî manîdar bedew û çêjdar e.

Etîmolojiya peyva "wêje"[biguherîne]

Peyva wêje formek devokî ya bi wateya [bi]bêje ye.

Edebiyat ji erebî û lîteratûr ji latînî ye.

Wêjeya spehî ya cîhanê[biguherîne]

Wêjeya spehî ya kurdî[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Wêjeya kurdî

Çavkanî[biguherîne]


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)