Hikmet Çetin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Hikmet Çetin (*1937 li Licê, Amed) yek ji siyasemedarê Tirk, ji Amedê ye.

Sala 1960'î de li Enqereyê di fakûlteya zanînên polîtîk de perwerdeya aboriyê dibîne. Di saziya DPTê (Saziya Palansaziya Dewletê) de wekî pispor dixebite. Ji bo hin perwerdeyên pêdivî bo DYAyê tê şandin. Sala 1968'î de li California Stanford University de li ser modelên plansaziyê xebatan dike. Sala 1977'î de di nava partiya CHPê de dibe parlamenter. Him di beriya cûntaya leşkerî ya 1980'î û him jî piştî wê gelek caran di nava hikumetan de peywirdariyê digire.

Ji sala 1991'î heya 1994'î wezîrtiya karê derve yê Tirkiyê dike. Di hikûmeta Tansu Çiller de cihdigire. Di heman demê de bihezaran gundên Kurdan ji aliyê hêzên ewlekarî yên dewletê tên rûxandin û valakirin.

Kê fermana bombebarankirina gundê xwe daye?[biguherîne]

Di hikûmeta koalîsyonê ya DYP û SHPê de, di bin serokatiya Tansu Çiller de di civîna MGK (Lijneya Ewlekariya Neteweyî) de fermana bombebarankirina erda gundê ku lê hatibû dinyayê dide. Musa Anter vê biryarê di rojnameyê de dinivîsîne û herwekî behsa rola bapîrê Çetîn di serhildana Şêx Seîd de dinirxîne.