Enqere

Enqere
Ankara Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Bajarên paytext
Ankara Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Enqere li ser nexşeyê
Map
Koordînat: 39°56′9″Bk 32°50′19″Rh / 39.93583°Bk 32.83861°Rh / 39.93583; 32.83861
ParzemînAsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletTirkiye, Împeratoriya Osmanî, Ottoman Caliphate Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • parêzgeha Enqereyê (1926–)
  • Galatia (25 b.z. – Sedsala 7an)
  • Ankara Vilayet (1867–1926) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Tirkiye (1923–)
  • parêzgeha Enqereyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêvebir
 • ŞaredarMansur Yavaş (2019–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 25.632 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • Bilindahî
938 ±1 m Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
5.503.985 (2018) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Koda telefonê312 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nîşana wesayîtê06 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Enqere (bi tirkî: Ankara) paytexta Tirkiyê ye ku piştî bajarê Stembolê duyem bajarê herî mezin ê Tirkiyê ye. Enqere bi navê kevn wek Ancyra[1] an jî Angora hatiye binavkirin.[2] Bajêr li beşa navendî ya anatolyayê hatiye avakirin û nifûsa bajarî 5,1 milyon li navenda bajêr û 5,7 milyon e.[3][4] Bajêr di dema osmaniyan de bajarokek piçûk ê bêqîmet bû. Paytextê osmaniyan bajarê Stembolê bû. Dema ku osmanî têk diçin û Stembol ji aliyê brîtaniyan ve ji destê osmaniyan tê stendin.

Enqere piştî damezrandina Komara Tirkiyê bajarokê wekê paytexta Tirkiyê tê ragihandin piştî ragihandinê Enqereyê mezin dibe. Li gund û navçeyên Polatlî û Haymana ku bi ser parêzgeha Enqereyê ve ye Kurdên Anatolya Navîn dijîn. Li navenda Enqereyê popûlasyonek girêng a Kurdan hene ku di salên 90î de ji bajarên cûrbecûrên Bakurê Kurdistanê koçê Enqerê bûne.

Enqere di navbera salên 280 û 64ê b.z. de wekê paytexta dewleta kevnar a Keltî ya Galatyayê xizmet dike. Piştre di sedsala 25 û 7emê b.z. de dibe parêzgeha Romayê ya bi heman navî. Bajêr di demên curbicur bûye bajarê hattiyan, hîtîtan, lîdyayiyan, frîgyan, galatiyan, yewnaniyan, farisan, romayiyan û bûye bajarê bîzansiyan.

Osmaniyan bajêr pêşî wekê Eyaleta Anatolyayê (1393 – dawiya sedsala 15an) û piştre jî wekê Angora Eyalet (1827–1864) û serbajarê Wîlayeta Angorayê (1867–1922) diyar kirine. Navenda dîrokî ya Enqereyê girekî zinarîn e ku 150 mêtre li ser qiraxa çepê Çemê Enqereyê ye ku çem şaxek ji Çemê Sakaryayê ye. Li ser girê zinarîn xirabeyên Keleha Enqereyê hene ku xirabeyên kelehê heta roja îro hatiye. Her çend hindik be jî li seranserê bajêr mînakên mîmariya romayiyan û osmaniyan hene. Bermahiyên romayiyan a herî balkêş Perestgeha Augustus e ku ji sala 20ê b.z. ve maye.[5]

Di 23ê nîsana sala 1920an de Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê li Enqereyê hatiye avakirin ku di Şerê Rizgariya Tirkiyeyê de dibe navenda Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê. Bajêr piştî hilweşîna Împeratoriya Osmaniyan di 29ê cotmeha sala 1923an de piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê bûye paytexta Tirkiyeyê.

Bajêr di roja îro de navenda rêveberiya Tirkiyeyê ye û di heman demê de bajarekî bazirganî û pîşesazî ya girîng e. Enqereyê ji bo tora rêhesinî ya Tirkiyeyê navendek girîng e ku bi gelek bajarên der dor re bi tora rêhesinî ve hatiye girêdan.[6]

Wêne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Lord Kinross (1965). Ataturk: A Biography of Mustafa Kemal, Father of Modern Turkey. William Morrow and Company. Ji orîjînalê di 29 gulan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 kanûna paşîn 2021.
  2. ^ "William Morrow and Company". Wikipedia (bi îngilîzî). 8 tîrmeh 2023.
  3. ^ "TÜİK Kurumsal". data.tuik.gov.tr. Roja gihiştinê 8 tebax 2023.
  4. ^ "Ankara City (Turkey): Districts - Population Statistics, Charts and Map". www.citypopulation.de. Roja gihiştinê 8 tebax 2023.
  5. ^ "Chisholm, Roderick Æneas, (23 Nov. 1911–7 Dec. 1994)". Who Was Who. Oxford University Press. 1 kanûna pêşîn 2007.
  6. ^ "web.archive.org/web/20110719022657/http://www.ankara.bel.tr/AbbSayfalari/hizmet_birimleri/Cevre/kisi_basina_dusen_yesil_alan.aspx". web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 tîrmeh 2011. Roja gihiştinê 8 tebax 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]