Hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê 2023

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ev nexşe nîşan dide ku li parêzgehên Tirkiyê kîjan namzedê serokkomariyê herî zêde deng wergirtiye. Dengên hemwelatiyên tirk ên ku li dervayê welat dijîn nakevin tu parêzgehekê.

Hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê 2023, hilbijartinek pêşwext a serokkomariyê ye ku di 14ê gulana sala 2023an de ji bo diyarkirina serokkomarê Tirkiyê hate lidarxistin.[1][2] Di 14ê gulanê de hilbijartina serokkomariyê û di heman demê de hilbijartinên giştî yên Tirkiyê yên sala 2023an hatin kirin. Lijneya bilind a hilbijartinê biryar daye ku gera yekem a hilbijartina serokkomariyê di 14ê gulanê de ye, û eger di gera yekem de serokkomar neyê hilbijartin, di 28ê gulanê de gera duyem were kirin.

Danûstandinên berî hilbijartinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hilbijartina dawî ya serokkomariyê di 24ê hezîrana 2018an de hatibû lidarxistin. Ev jî destpêka reformên destûrî bû ku ji referanduma 16ê nîsana 2017an derketibûn holê: Pergala parlamenter hat guhertin û wergeriya pergala serokatiyê. Di encamê de serokkomar di heman demê de bû serokê hikûmetê. Di tûra ewil a hilbijartina 2018an de serokkomarê niha Erdogan bi %52,6ê dengan bi ser ketibû.

Mansur Yavaş, Kemal Kiliçdaroglu (hevjîna wî Selvî Kilicraroglu li aliyê rastê) û Ekrem İmamoğlu.

Ji sala 2019an û vir ve serokê şaredariya Stembolê Ekrem Îmamoglû rikberê cidî yê Erdogan bû, heta ku di kanûna 2022an de bi îdiaya ku heqaret li komîsyona hilbijartinê kiriye du sal cezayê girtîgehê û qedexeya siyasetê lê hat birîn.[3] Ev biryar wek biryareke siyasî tê nirxandin.[4]

Di Çile 2023an de, îtîfaqek şeş partiyên mixalefetê (di nav de ya herî mezin: CHP) manîfestoya xwe ya hilbijartinê pêşkêş kir. İyi Parti ya ku Meral Akşener serokatiya wê dike, di destpêka adara 2023an de ji ber ku nexwest serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wek namzedê serokkomariyê bipejirîne, demeke kurt ji tifaqê derket. Li şûna wê, wê Ekrem Îmamoglû an jî Şaredarê Enqereyê Mansur Yavaş pêşniyar kir.[5][6][7] Lê İmamoğlu û Yavaş berê jî dabûn zanîn ku ew naxwazin an jî nikarin bibin namzet.[8][9] Di heman mehê de İyi Partî vegeriya tifaqê û paşê Kiliçdaroglu wek namzetê serokkomariyê yê hevpar hat ragihandin. Hat destnîşankirin ku her du şaredarên ku ji aliyê İyi Partiyê ve hatine pêşniyarkirin, di hilbijartinan de bi ser bikevin wê bibin cîgirên serok.

Di sibata 2023an de, du erdhejên bihêz li bakurê Kurdistanê û hin deverên Sûriyê qewimîn û zêdetirî 52 hezar kes miribûn. Gotûbêj hat kirin ka ev yek dê bibe sedema guhertina dengdanê di nav gel de.[10] Di nava partiya desthilatdar AKPê de paşxistina hilbijartinan hate nirxandin.[11] Lê belê, Erdogan biryar da ku roja hilbijartinê bimîne;[12] Paşxistin wê bigihîşta 10. salvegera berxwedana Geziyê.

Di 10ê adara 2023an de hilbijartinên pêşwext ên serokkomar Erdoğan bi biryarnameyekê hat ragihandin û 14ê gulana 2023an wek roja hilbijartinê hat destnîşan kirin.[13]

Pêvajoya hilbijartinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kaxizên dengdanê yên ku di hilbijartinê de hatine bikaranîn.

Wekî ku li Fransayê, pergala du-dor tê bikaranîn. Ger di tûra yekem de yek ji namzedan nikaribin piraniyek mutleq bidest bixin, du hefte şûnda serokkomar di gera duyemîn de tê hilbijartin.

Her hemwelatiyê Tirkiyê yê ku mafê hilbijartinê yê wekîliyê heye, temenê wî gihîştiye 40 salî û xwendina zanîngehê qedandiye, mafê hilbijartinê heye. Li gorî destûra bingehîn, namzetek bi pêşniyara nivîskî ya herî kêm 20 parlamenteran tê destnîşankirin. Bi ser de jî, partiyên ku di hilbijartinên parlemanî yên dawî de herî kêm ji sedî 10 dengan bi dest xistine, dikarin namzetekî hevpar destnîşan bikin. Namzetên serbixwe, an jî berendamên ku partiya wan van şertan pêk naynin, hewceyî 100,000 îmzeyên noterî yên dengdêrên xwedî maf in. Di navbera 22-27ê adara 2023an de wan îmzeyan berhev kiribûn.[14]

Sîstema hilbijartinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî qanûnên ku di referandûma 16ê nîsana 2017an de ji bo guhertina destûra bingehîn a Tirkiyeyê hatin qebûlkirin, namzetê serokkomariyê ku di gera yekem de neyê hilbijartin bi pergalek du geran de tê hilbijartin ku divê piraniya dengên derbasdar (herî kêm ji sedî 50 + 1 deng) bê bidestxistin. Ger ti berbijêr piraniya pêwist bi dest nexist, di gera yekem de di navbera her du berbijêrên ku herî zêde deng girtine de gera duyem tê lidarxistin û piştre namzedê ku piraniya mutleq bidest xistiye tê hilbijartin.[15]

Li gorî qanûnên ku di 21ê cotmeha sala 2007an de di referanduma guhertina makezagona Tirkiyeyê de hatin qebûlkirin: Serokkomar ji bo 5 salan rasterast ji aliyê gel ve tê hilbijartin. Li gorî qanûnên hilbijartinê kesek herî zêde ji bo du serdeman dikare wekê serokkomar were hilbijartin. Lê li gorî benda 116'an a destûra bingehîn, eger hilbijartina dawî bi piraniya dengên parlamenterên Meclîsa Tirkiyeyê were nûkirin, serokkomar dikare careke din ji bo serdema sêyem bibe namzet. Eger Serokkomar bi rayeya xwe meclîsê nû bike, nikare cara sêyem bibe namzetê serokkomariyê.[16]

Li gorî benda 101ê ya destûra bingehîn a Tirkiyeyê, ji bo ku namzedek beşdarî hilbijartinên serokkomariyê bibe, partiyên siyasî yên ku di hilbijartinên herî dawî yên parlamenê de bi tena serê xwe yan jî bi hev re %5 ku dengên derbasdar bidest xistine, yan jî komek partiyên siyasî ku herî kêm 20 parlementerê wan li parlamenê heye dikarin namzetan destnîşan bikin. Ji aliyê din ve kesên ku di lijneyên hilbijartinê yên navçeyan de herî kêm ji 100 hezar hilbijêran îmze kom bikin dikarin bibin namzetê serokkomariyê.[17][18]

Daxuyaniya berbijariyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berbijêrên ku namzetiyên xwe diyar kirine[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berbijêr û hevpeymanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hevpeymaniya komarî Hevpeymaniya milletê Hevpeymaniya ked û azadiyê Hevpeymaniya ata Yekitiya hêzên sosyalîst
Recep Tayyip Erdoğan Kemal Kılıçdaroğlu Nehatiye diyarkirin Sinan Oğan Nehatiye diyarkirin
AKP MHP BBP HÜDA PAR YRP ANAP OP CHP İYİ DEVA GP SP DP HDP TİP EMEP EHP TÖP ZP AP ÜP TÜİP SOL TKP TKH DH

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Ersan Şen Hukuk ve Danışmanlık - Cumhurbaşkanının Üçüncü Defa Seçilmesi". web.archive.org. 27 sibat 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 27 sibat 2021. Roja gihiştinê 11 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 15 kanûna pêşîn 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 15 kanûna pêşîn 2017. Roja gihiştinê 11 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ Istanbul, Pia Masurczak, ARD-Studio. "Türkische Opposition stemmt sich gegen erneute Kandidatur Erdogans". tagesschau.de (bi almanî). Roja gihiştinê 16 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  4. ^ "Ekrem İmamoğlu: Human Rights Watch kritisiert Urteil gegen Istanbuler Bürgermeister". Der Spiegel (bi almanî). 15 kanûna pêşîn 2022. Roja gihiştinê 16 gulan 2023.
  5. ^ "ZEIT ONLINE | Lesen Sie zeit.de mit Werbung oder im PUR-Abo. Sie haben die Wahl". www.zeit.de. Ji orîjînalê di 16 gulan 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 gulan 2023.
  6. ^ tagesschau.de. "Türkisches Bündnis gegen Erdogan wieder vereint". tagesschau.de (bi almanî). Roja gihiştinê 16 gulan 2023.
  7. ^ Istanbul, Uwe Lueb, ARD-Studio. "CHP-Chef Kilicdaroglu im Porträt: Der Anti-Erdogan". tagesschau.de (bi almanî). Roja gihiştinê 16 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  8. ^ ""Cumhurbaşkanlığına odaklanmak gibi bir niyetim yok" – DW – 28.10.2021". dw.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 gulan 2023.
  9. ^ Minute, Turkish (11 gulan 2021). "İstanbul mayor says he will not run for president in 2023". Turkish Minute (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 16 gulan 2023.
  10. ^ Hermann, Rainer. "Erdbeben in der Türkei: Ein Pfusch, der Erdogan das Amt kosten kann". FAZ.NET (bi almanî). Roja gihiştinê 16 gulan 2023.
  11. ^ Arsu, Şebnem; Lüdke, Steffen; Popp, Maximilian; Topçu, Özlem (17 sibat 2023). "(S+) Folgen der Erdbebenkatastrophe in der Türkei und Syrien: Risse im Staat Erdoğan". Der Spiegel (bi almanî). Roja gihiştinê 16 gulan 2023.
  12. ^ tagesschau.de. "Türkei: Präsident Erdogan bestätigt 14. Mai als Wahltermin". tagesschau.de (bi almanî). Roja gihiştinê 16 gulan 2023.
  13. ^ "Erdoğan seçim kararını imzaladı: Türkiye 14 Mayıs'ta sandık başına gidecek". BBC News Türkçe (bi tirkî). 10 adar 2023. Roja gihiştinê 16 gulan 2023.
  14. ^ "100 bin imza süreci ne zaman sona erecek? 100 bin imza için son gün yaklaşıyor". www.ntv.com.tr (bi tirkî). Ji orîjînalê di 31 adar 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 gulan 2023.
  15. ^ "İktidarın yüzde 50 artı bir oy paniği - Medyascope". web.archive.org. 28 çiriya pêşîn 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 28 çiriya pêşîn 2019. Roja gihiştinê 11 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  16. ^ "82 Anayasası'nda yapılan değişiklikler". web.archive.org. 12 adar 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 adar 2020. Roja gihiştinê 11 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  17. ^ "Seçim 2018: Cumhurbaşkanı adayları kimler oldu? - BBC News Türkçe". web.archive.org. 21 tîrmeh 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 tîrmeh 2018. Roja gihiştinê 11 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  18. ^ "Siyasi partilerin cumhurbaşkanı aday başvurusunda yarın son gün". web.archive.org. 4 gulan 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 gulan 2018. Roja gihiştinê 11 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)