Jack Steinberger

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Jack Steinberger
( 23'ê tîrmeha sala 2008 li Bad Kissingen)
Steinberger-Peyker
Cih: Jack-Steinberger-Gymnasium

Jack Steinberger (* 25'ê gulanê 1921 bi navê Hans Jakob Steinberger li Bad Kissingen) fizîknasekî navdar ê Amerîkayî ye. Sala 1988 Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Malbat[biguherîne]

Bavê wî Ludwig Steinberger – yek ji 12 zarokên bazirganê dewaran bû ji Schonungen – ji sala 1896 ve wekî şefê koroyê û mamosteyê olê yê civaka Cihûyan kar dikir. Diya wî Berta Steinberger, ji malbateke şerbetfiroş a Nürnbergê bû, Malbata May.

Jiyan[biguherîne]

Jack Steinberger di xortiya xwe de ji sala 1931 heya 1934 diçe dibistana amadeyî Dibistana Amadeyî ya Kissinger ku niha bi navê wî tê binavkirin, Jack-Steinberger-Gymnasium. Beriya ku terora Nazî dstpê bike malbat herdu lawên xwe, Jakob û Herbert bo xwendinê dişîne DYAyê Chicagoyê.

Li Chicago Jack Steinberger bo perwerdeya kîmyayê diçe New Trier High School, lê li wir fikra xwe diguherîne werdigerîne ser fîzîkê. 1948 doktoraya xwe li cem fîzîknasê mezin Enrico Fermide, sala 1954 jî dibe profesor liZanîngeha Columbia.

1962 li „Brookhaven National Laboratory“ bi tevî Leon Max Lederman û Melvin Schwartz dest bi xebat û lêkolînan li ser neutrînoyan dike ku ev xebat ji wî û hevalên wî re xelata Nobelê tîne.

Piştî şerê II. vedigere Europa ji sala 1968 ve li CERN dest bi lêkolînên fîzîka parçeyan dike

Di demên dawiyê de bala xwe dide ser kozmosnasiyê û ji bo wê bikaranîna teknîkên nûklear.

Girêdanên derve[biguherîne]