James Franck

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
James Franck, Chicago 1952

James Franck (jdb. 26ê tebaxê 1882 li Hamburg; m. 21ê gulanê 1964 li Göttingen), fîzîknasekî alman-DYAyî bû. Sala 1925î bi tevî hevalê xwe Gustav Hertz Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di malbateke bingeh-Cihû de hatiye jiyanê. Piştî dibistana amadeyî li zanîngeha Heidelberg û Berlînê perwerdeya fîzîk û kîmyayê dibîne. Bi dilê xwe tevlî şerê cîhanê yê yekemîn dibe û di êrîşeke gazî de giran birîndar dibe. Bi destpêkirina şerê duyemîn û hatina ser desthilatdariyê ya Nazîyan, direve DYA. Li DYAyê bala xwe bi giranî dide ser xebatên fotosentezê. Herwiha di gelek çalakiyên sincî de cihdigire.

Xebat û girîngiya Franck[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew fîzîknasekî zîrek û yek ji parêzvanên mafê mirovan bû. Li DYAyê bi tundî li dijî atombombe avêtina DYAyê ya Japon derdikeve. Dema artêşa Alman Denmarkê dagirdikin, kîmyagerekî Hûngaryayî, George de Hevesy ji bo Nazî xelata wî negirin di nava avasîdê de vedişêre. Bi dawîbûna şer re êdî komîteya Nobel jî xelatan ji elementa zêr çêdike.

Li ser Franck (bi Almanî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Markus Wegner, Eine Erinnerung an James Franck ...es muß auch Menschen meiner Art geben., in Festschrift für das 125-jährige Jubiläum des Wilhelm Gymnasiums Hamburg, 2006 Bîranînek li ser Franck
  • Jost Lemmerich, Aufrecht im Sturm der Zeit - Der Physiker James Franck, 1882-1964. Diepholz/Stuttgart/Berlin: GNT-Verlag 2007, ISBN 978-3-928186-83-4 Mafdarek bahoza demê - Fizîknas James Franck.