Kapela

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Daneberheva stêrên di sîstema Kapela de û bi rojê ve

Kapela (ji latînî Capella, "karika nêr a biçûk" ya ku ji peyva Capra, "bizin", tê) yan Alfaya Erebevanê yan jî α Aurigae (Alpha Aurigae) geştirîn stêra komstêra Erebevanê ye. Bi qedra zahirî 0,1 ve ew şeşem geştirîn stêra ezmana şevê ye. Ew ji dûv Vega û Nêrevanê Bakur re jî sêyemîn stêra herî geş a nîvkada bakura ezmên e.

Herçiqas ew bi çavên rût wek stêreka tenê xwiya dibe jî esasen ew sîstemeka çar stêran a di nav xwe de wek du cotan parve dibin pêk tê. Stêrcoteka wan Aa û Ab, ya di jî ji Ha û Hb pêk tê. Kapela Aa û Ab, bi dûriyeka 0,71 YA (100 milyon kîlometre) ji hev 104 rojan de di dor hev re viz dibin. Stêrcotên A û H (L) 11.000 YA ji hev dûr in.

Bi dûriyeke 42 salên roniyê ve ew sîstemeke stêran a nîsbeten nêzikî dinê ye. Navê wê yê latînî Capella tê mehneya karika nêr a biçûk. Navê wê yê bi erebî: العيوق‎, lat. el-'Eyûq e.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]