Qurix
Qurix an Sîriyos an α Canis Majoris (Alpha Canis Majoris) stêrka rewnaqtirîna di ezmana şev de ye. Bi qedra zahîrî ya −1.46 ve ew hemahema du caran ji stêrka Suheyl, stêrka duyem rewnaqtirîn, geştir e. Ew di komstêrka kûçikê mezin de ye. Herçiqas ew wek stêrkek xwiya dibe jî, esasen ew ji du stêrkan pêk tê. Ya ku wek qurix tê zanîn bi navê Îngîlîzî Sirius A (Qurix-A), yê pirrcaran bi çavan xwayîn nabe jî wek Sirius B (Qurix-B) tê binav kirin.
Qurix herçiqas ne stêrka herî mezin e jî, ji ber nêzikiya wê ya îzafî ew dibe stêrka herî geşa di ezmên de. Ew ji erdê 2.6 parsekan (8.47 salên roniyê) dûr e. bi vê dûriyê ve ew yek ji stêrkên herî nêzika dinê ye. Sirius A du caran ji rojê mezintir e û qedra wê ya qedra mitleq jî 1.42 ye. Ew 25 caran ji rojê rewnaqtir e, lê qedra wê ya mitleq ji stêrkên dinên rewnaq wek Suheyl û Rigel hindiktir e. Stêrka qurix ji berê de di nav xelkên dinê de bi nav bûye û ew bûye navnîşaneka boyî hesabkirina demên salê. Ji ber ku ew di hin demên salê de li ezmên xwiya nabe, dema ew şûnde li ezmên xwiya dibe ew wek nîşana hin tiştan hatiye dîyar kirin. Mînak dema Misirî yên kevin tekrar xwiyabûna wê wek nîşana rabûna çemê nîlê dîtine. Wekî din di nav Yewnanê kevin de rojên ku stêrka Qurix li ber helhatina rojê xwiya dibe wek rojên germa kûçikan bi nav bûye ku ew rojan di meheya Tîrmehê de ne.
Ew bi erebî wek eş Şîra tê zanîn û di Quranê de navê wê di sûreya necm de wek ", "Xwedêyê eş Şîra jî ew e" (49) derbas dibe.
Di nav kurdan de jî helhatina qurix wek şikeştina tîna germê tê dîtin. Kînga qurix heltê êdî germa havînê hêdî hêdî kêm dibe. Di nav kurdan de li ser qurix gelek tişt tên gotin. Wek dibêjin bi helhatina qurixê re tîna germê dişkê, û ji quriz şûnde dar zêdetir tî dibin.
- Wek nêriyê ku çavê wî li Qurixê be
- Heta Qurix hilnê zebeş çênabin
Qurix di serê meheya gelawêjê de, bi rohelat re ji hêla başûr rohelat xwiya dibe û her şevekê re hebekî din bilind dibe. Ew gorî asoya bi çiya an ne bi çiya çend rojan zû an dereng 4-10'ê gelawêjê xwiya dibe.
|
|||||