Vega
Vega yan Nesr el-Waqî (yan tenê Waqî) yan jî Alfaya Lîrê (α Lyrae), geştirîn stêra komstêra Kemançeyê ye. Navê wê ji erebî ji gotina bi erebî: النسر الواقع, en-nesr el-waqîʿ ("Qertela li nêçîra xwe dipiçike") tê.
Ew bi stêrên Teyr a di komstêra Qertel û Deneb a di komstêra Qû ve Sêgoşeya Havînî pêk tîne. Ew stêra pêncem geştîrînta di ezmana şevê de û ji nêrevanê Bakur şûnde jî stêra duyem geştirîna li nîvqada bakura ezmên e. Ew 25,3 sala roniyê dûra rojê ye û ligor dûrahiya stêran, stêreka nêzik e.
14.000 sal berî niha stêra bakur, ya ku qutba ezmana bakur nîşandidayî, stêra Wega bû. Lê ji ber liva tewereya dinê ew pêdepêde nêzika ekwatora ezmên bû. 12.000 sal şûnde ew ê dîsa nêzika qutba bakura ezmên xwiya bibe.
Mezinahiya Vega qasî ducar ya rojê ye û giraniya wê jî 37 carî ya dinê ye.
[biguherîne] Ditîn
Nesr el-Waqî di havînan de, bi roçûnan re, li serserê merîv (zenith), xwiya dibe. Ber ve payîzê ew li ser asoya bakur re dertê. Ew ji parelal 51° jêrtir ne dîtbar e. Loma li Antarktîka û Amerîkaya Başûr xwiya nabe.
Ew bi stêrên Teyr a di komstêra Qertel û Deneb a di komstêra Qû ve Sêgoşeya Havînî pêk tîne û Vega jî goşeyê jorê vê sêgoşeyê ye.
|
|||||