Komor
| الاتّحاد القمريّ Union des Comores Udzima wa Komori |
|||||
| Yekîtiya Komoran | |||||
|
|||||
| Gotina netewî: Unité - Solidarité - Développement (fransî: Azadî-Wekhevî-Biratî) |
|||||
| Sirûda netewî: Udzima wa ya Masiwa | |||||
| Zimanên fermî | Erebî, fransî, swahîlî (Komorî) | ||||
| Paytext | Moronî |
||||
| Bajarê mezin | Maronî | ||||
| Sîstema siyasî | Komarî federal | ||||
| - Serokdewlet | Ahmed Abdallah M. Sambi | ||||
| Rûerd - Giştî - Av (%) |
2.170 km2 kêm |
||||
| Gelhe - Giştî (2008) - Berbelavî |
731.775 kes 337,2 kes/km2 |
||||
| Serxwebûn | 6'ê tîrmehê 1975 ji Fransa | ||||
| Dirav | Franka Komorê (KMF) | ||||
| Dem | UTC +3 | ||||
| Nîşana înternetê | .km | ||||
| Koda telefonê | +269 | ||||
Komor (bi komorî قمر Komori, bi fransî Comores [kɔˈmɔːʀ]; ji sala 2001an pê ve navê xwe yê fermî: Yekîtiya Komoran) welateke federal a ku ji giravên di Okyanûsa Hindî de pêk te ye. Li bakûrê Kanala Mosambîkê di nava Mosambîk û Madagaskar disekine. Tevli hinek giravên biçûk sê giravên Arkîpela Komoran lê girêda ne, navê wan jî giravan Grande Comore (Njazidja), Anjouan (Nzwani), Mohéli (Mwali). Girava çaremîn a bi navê Mayotte ya Fransa ye lê Yekbûna Komoran hewl didin ku giravê ji xwe re bistînin.
Komoran di sala 1975an de serxwebûna xwe ji Fransayê îlankir û ji wê demê pê ve gelek darbe li dewletê pêk hatine. Nêzî 614'000 kes li wir dijîn û nifûsa dewletê ji efrîkiyên rojhilat û ji ereban pêk tê. Gelhe bi giranî misliman in. Dewletê navê xwe ji gotina erebî Cizir el-Qemer (جزر القمر) hilgirtiye û ev nav tê maneya 'Giravên Heyvê'.
Girêdanên derve [biguherîne]
|
|||||||