Kreta

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Yewnanistan û Girava Kretayê
Dîmenek ji Kretayê

Kreta an Krît (yewnanî: Κρήτη Kríti; tirkî: Girit) girava herî mezin a Yewnanistanê ye û pêncemîn girava herî mezin a Deryaya Navîn e.

Erdnîgarî[biguherîne]

Kreta yek ji 13 navçeyên Yewnanistanê ye. Li şûna herî fireh bakur başûrî de 60 km firehî, rojhelat-rojavayî jî 260 km direjahiya wê he ye. Li cîhî herî teng jî 12 km firehiya xwe he ye. Ew li ser 8,336 km² reşahîye rûniştîye û 1046 km beravên xwe he ne. Li bakur Deryaya Krîtê, li başûr jî Deryaya Lîbî, li rojhelat Deryaya Karpatî, li rojava jî Deryaya Mîrtoyî he ye. Nifûsa wê yê di 2005'an de 650.000 kes bû. Girav nêzî 160 li başûra reşahiyê Yewnanistanê bingehî dikeve

Dîrok[biguherîne]

Kreta navenda şaristaniya mînoyî bû. Ew di navbera sedsala 26'an b.z. û sedsala 14'an b.z. de şaristaniya herî pêşinê Ewropayê bû. Li Krîtê bajarên mînoyî Knosos û Festos (Phaistos) he ne.

Kreta dema împeratoriya Romayê de di 69 b.z. de hundura xakên Romayê bû. Ew ji pê împeratorî bû du paran re heta ji aliya ereban hat dagir kirî di destên împeratoriya Romayê ya Rojava an jî rojhelat de ma. Ew di 824an de ji aliya ereban di serdariya el-Hakem de hat dagir kirin û heta 960'an de şunda ji aliya Bîzansê de hat dagirkirin destên wan de ma. Ew ji pê Bîzansê re di 1204'an de dema Sefera Xaçiyan a Çarem de kete destên Venedîkê. Ew heta di 1669'an de ji aliya împeratoriya Osmanî hat dagir kirî di destên Venedîkê de ma.

Ber dema ji aliyê osmanan ve hat dagirkirin ji 1648'an heta 1669'an di dorpêç kirinê de ma û ew bi gumanî dorpêçkirina herî dirêjê di dîrok de ye.

Kretayê ji pê Cenga Balkanê re bi Yewnanistan re gireda.

Dema Şerê cîhanî yê duyem ji bo cîhê xwe yê krîtîk ê di Deryaya Navîn de şanogeha şerên mezin ên navbera îngîlîz û almanan bû.

Girêdanên derve[biguherîne]


35°13′Bk 24°55′Rh / 35.21°Bk 24.91°Rh / 35.21; 24.91